Mike Pompeo: Serxwebûna Kurdistanê li gorî berjewendiyên bilind ên Amerîkayê ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê berê yê Amerîkayê û Rêveberê berê yê CIAyê Mike Pompeo duhî (Sêşem, 20ê Gulana 2025ê) di rojnameya New York Postê de gotarek bi sernavê "Kurd hejî tiştên baştir in û Amerîka çawa dikare piştevaniya hevpeymaneke xwe ji bo serxwebûnê bike" parve kir.
Pompeo di wê gotara xwe de nivîsiye, “Gelê Kurd selimandiye ku yek ji rastgotirîn hevparên Amerîkayê li Rojhilata Navîn e, lê hîn jî dewleta wan a taybet tune ye. Herwekî ku em dibînin Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vê hefteyê serdana Waşintonê kiriye. Dostên me yên ku ji Herêma Kurdistanê serdana Waşintonê kiriye hejî baştirîn tişt in.”
Navbirî tekez jî kiriye, "Di demekê de ku em li rêyên pêşvebirina hevpariya aştî û pêşkeftinan digerin, divê Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Amerîkayê bi germî bê pêşwazîkirin."
Herwesa gotiye, "Divê Amerîka rêzê li rewatiya referandûma 2017ê ya Herêma Kurdistanê bigire, ku 93% ya welatiyên Kurd serxwebûn hilbijart."
Ron jî kir, "Itîrafkirina bi rewatiya referandûma Herêma Kurdistanê bi piştevanîkirina otonomiya Kurdan bi wateya rêzgirtina li îradeya demokratîk a gelekî ye ku mafê diyarkirina paşeroja xwe bi dest xistiye."
Herwesa nivîsiye, "Di demekê de ku neteweyên din bi gotinan dostaniya xwe ji bo Amerîkayê nîşan daye, Kurdan bi kiryar û qurbanîdana xwe selimandiye."
Amaje jî daye, “Daxwaza Kurdan ji bo serxwebûnê ne tenê mafek e, lê ji nêz ve bi berjewendiyên Amerîkayê re jî hevaheng e. Dema ku ez di gera yekê ya Trump de wek Wezîrê Derve û Rêveberê CIAyê dixebitîm, min pabendbûna wan bi armancên me dît.”
Tekez jî kir, “Pêşmergeyan berdewam li dijî dijminên Amerîkayê şer kiriye, wekî Cîhadî, DAIŞ, Qaîde û yên din, ku xwîn û xezîneyên Amerîkayê parastine.”
Herwesa nivîsiye, "Berevajî hemî hevparên me yên din ên li deverê, Kurd qet têkilî ti terorîstekî dijminê Amerîkayê nebûne û qet tevlî rijandina xwîna çi Amerîkayîyekî nebûne."
Herêma Kurdistanê xwediya gelek çavkaniyên xwezayî ye, ku ev yek jî şiyaneke xurt ji bo xweseriya aborî dide wê, dilsoziya wan dahateke nimûneyî di sermayedariyeke kêm de bi dest xistiye, li beranberî wan tirîlyon dolarên ku ji bo hevrikiyên din ên li Rojhilata Navîn hatine xerckirin.
Herêma Kurdistanê 45 milyar bermîlên petrolê berhem tîne, ku hema bibêje li Îraqê yekega sêyê ye, û gelek zeviyên gaza xwezayî jî hene.
Herwesa axa Kurdan devera petrola mîneral a binirx e, ku ji ber qedexeyên siyasî heta radeyekî zêde feyde jê nehatiye wergirtin.