Tîma Barcelona li Rojavayê Kurdistanê dest bi projeya "Lîga Hêviyê" dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi navê "Hope League" (Lîga Hêviyê), destpêşxeriyeke nûjen ku futbolê dixe xizmeta aştiyê li herêmeke ku şer lê serdest bûye, dest pê dike û werzişê wekî amûreke veguherîna civakî li du herêmên sereke bikar tîne: Kurdistana Iraqê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Pêgeha Barcelona belav kir, “Armanca sereke ya projeyê ew e ku bi rêya dibistanên futbolê yên civakî ku çanda aştî, diyalog û hevjiyanê pêş dixin, hevgirtina civakî xurt bike û pêşî li şerên tundûtûj ên paşerojê û pêvajoyên radîkalîzmê di nav nifşên nû de bigire. ”

Diyar kir jî, “Proje bi taybetî balê dikişîne ser zarokên qurbaniyên DAIŞê. Ev destpêşxerî hewl dide ku vegotinên nefret û tundûtûjiyê beriya ku rehên xwe berdene bêbandor bike û alternatîfên erênî yên nasname û girêdanê pêşkêş bike. Herwiha, girîngiyeke taybet dide bihêzkirina keç û xortan, nemaze kesên koçber an penaber, niştecihên deverên gundewarî an pêkhateyên etnîkî lê hene.”

Li gorî hatiye belavkirin, “Di qonaxa yekem a hevbeş de ku di Nîsana 2025an de li Sûriye û Iraqê hat lidarxistin, lîstikvanê berê yê FC Barcelona û endamê La Caserna, Oleguer Presas, gelek dewreyên perwerdehiyê ji bo tîmên rahêner ên paşerojê yên dibistanên futbolê yên civakî birêve birin. Van hevdîtinan ji bo parvekirina metodolojiyên pedagojîk, xurtkirina rola perwerdehiyê ya werzişê û danîna bingehên hevbeş ji bo pêkanîna projeyê xizmet kirin.”