Wezîrê Pêşmerge: Piştgiriya Amerîkayê ji bo Pêşmerge berdewam dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê ragihand, Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê li cem Amerîkayê hêzeke pêbawer e û her ku pêvajoya reforman di nav Wezareta Pêşmerge de pêşve biçe, dê baweriya Amerîkayê bi hêzên Kurdî zêdetir bibe.
Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl îro 21ê Gulanê di daxuyaniyekê de ji K24 re axivî û got: "Serdana me ji bo Amerîkayê di demekê guncaw de bû. Di çarçoveya vê serdanê de, em bi Wezîrê Berevaniya Amerîkayê re civiyan."
Wezîrê Pêşmerge da zanîn, di hevdîtina bi Wezîrê Berevaniya Amerîkayê re, ew ji berdewamiya alîkarî û piştgiriya Amerîkayê ji bo Hêza Pêşmerge piştrast bûne.
Şoreş Îsmaîl herwiha tekezî li ser pêwîstiya berdewamkirina pêvajoya çaksaziyan di nav Wezareta Pêşmerge de kir û got: "Bi berdewamkirina pêvajoyê, em dikarin hêzeke xurt û yekgirtî ava bikin, da ku di paşerojê de li hemberî gefên ku rûbirûyê Herêma Kurdistanê dibin, parastinê bike."
Derbarê rêveberiya nû ya Amerîkayê de, Îsmaîl amaje bi wê yekê kir ku rêveberiya Trump piştgiriyeke mezin dide gelê Kurd û baş têdigihin pirsa Kurd. Herwiha got ku hemû bi şanazî behsa rola Pêşmerge dikin.
Wezîrê Pêşmerge tekez kir: "Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê li cem Amerîkayê hêzeke pêbawer e. Her ku pêvajoya çaksaziyê di nav Wezareta Pêşmerge de pêşve biçe, dê baweriya wî welatî bi hêzên Kurdî bigihîje lûtkeyê."
Di dawiyê de, Şoreş Îsmaîl da zanînm, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) her du jî piştgiriyeke bê sînor didin pêvajoya çeksaziyên Wezareta Pêşmerge û yekxistina hêzên Pêşmerge.