Sefîn Dizeyî: Peymanên li Washingtonê di berjewendiya tevahiya Iraqê de ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî tekez dike, Herêma Kurdistanê û Iraq jî pêwîstiya wan bi gaza siruştî heye. Dizeyî herwiha eşkere kir ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî dê ligel hejmarek berpirsên îdareya Donald Trump bicive.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji roja Yekşema borî, 18ê Gulana 2025an ve, di serdaneke fermî de li Waşingtonê ye û heta niha bi hejmarek berpirs û kongresmenên Amerîkî re civiya ye.

Sefîn Dizeyî di hevpeyvînekê de ligel K24ê, derbarê serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Waşingtonê, îmzekirina peymanan ligel du kompanyayên Amerîkî di warê neft û gazê de, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û çend mijarên din de axivî.

"Peyman sûdê digihînin tevahiya Iraqê"

Bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, 19ê Gulana 2025an di merasîmekê de, du rêkeftinên di warê enerjiyê de di navbera Wezareta Samanên Siruştî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û herdu kompanyayên Amerîkî yên petrolê (HKN Energy) û (Western Zagros) de hatin îmzekirin.

Derbarê van herdu peymanan û nîgeraniyên hikûmeta federal, Dizeyî got: "Em hêvîdar in Bexda ji vê rastiyê fêm bike ku ev peymanên hatine kirin di berjewendiya tevahiya Iraqê de ne. Em li bendê ne di zûtirîn dem de gaza siruştî zêdetir were berhemanîn. Ji bilî vê, sermayeguzariya biyanî li Iraqê û bi taybetî li Herêma Kurdistanê, destkefteke girîng e û yek ji bernameyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, herwiha ya hikûmeta Iraqê jî."

Sefîn Dizeyî, di beşeke din a axaftina xwe de da zanîn ku "ew herdu kompanya ev 15 sal in li Herêma Kurdistanê kar dikin. Erka wan a pêşerojê pêşxistina û berhemanîna gaza siruştî ye di pileya yekem de û piştre petrol e, ji ber ku Herêma Kurdistanê û Iraq jî pêwîstiya wan bi gaza siruştî heye, bi taybetî ji bo berhemanîna kehrebeyê û çend warên din ên xizmetguzariyê."

"Serokwezîr dê bi berpirsên îdareya Trump re hevdîtinan bike"

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve amaje bi wê yekê jî kir, tevî hemû civînên serkeftî û girîng ên ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi hejmarek kongressmenên Amerîkî re pêk anîne, di du rojên pêş de hejmarek civînên din ên girîng bi berpirsên îdareya niha ya Donald Trump re dê hebin.

Sefîn Dizeyî tekez kir, armanc ji civînên bi berpirsên îdareya Trump re, "bihêzkirina pêwendiyên dualî û gotûbêjkirina geşedanên herêma Rojhilata Navîn û bi taybetî Sûriyeyê ye. Herwiha em dixwazin bizanibin hevahengiya pêşerojê dê bi çi awayî be, ji bo ku berdewam be li ser parastina asayîş û seqamgiriyê û pêşxistina aborî û pirrengkirina çavkaniyan."

 
 
Fly Erbil Advertisment