Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê piştgirî dide rêkeftinên bi Herêma Kurdistanê re

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro22ê Gulanê li Washingtonê, bi Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright re civiya.

Di hevdîtinê de, Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê kêfxweşiya xwe bi serdana Serokwezîr bo Amerîkayê nîşan da. Herwiha, piştgiriya welatê xwe ji bo herdu rêkeftên ku di warê enerjiyê de ligel kompanyayên Amerîkî hatine îmzekirin û ji bo pêşxistina zêdetir a veberhênana Amerîkî li Kurdistanê derbirî.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîr Barzanî spasiya piştgiriya Amerîkayê kir û kurteyek derbarê çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warên cuda de pêşkêş kir. Bi taybetî bal kişand ser reformên di warê enerjiyê de, projeya "Ronakî", projeya "Hejmara Min" û avakirina binesaziyeke aborî ya bihêz li Herêma Kurdistanê.

 
Fly Erbil Advertisment