Mesrûr Barzani: Ez spasiya piştgiriya Amerîkayê dikim

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li paytexta Amerîka Waşingtonê, ligel Wezîrê Enerjiyê yê wî welatî Chris Wright civiya. Di civînê de, Serokwezîr Barzanî spasiya piştevaniya Amerîkayê kir û bal kişand ser çaksaziyên Hikûmeta Herêmê, bi taybetî di warê enerjiyê de.

Piştî hevdîtinê, Serokwezîr Barzanî li ser hejmara xwe ya tora civakî “X” daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn ku Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê, Chris Wright, piştevaniya welatê xwe ji bo her du peymanên di warê enerjiyê de yên ligel kompaniyên Amerîkî hatine îmzekirin û ji bo pêşxistina veberhênana Amerîkî li Herêma Kurdistanê tekez kiriye.

Serokwezîr Barzanî herwiha diyar kir, wî di hevdîtinê de spasiya piştevaniya berdewam a Amerîkayê kiriye û behsa çaksaziyên girîng ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kiriye. Di nav van çaksaziyan de, bi taybetî projeyên di sektora enerjiyê de, projeya "Ronahî", bernameya "Hejmara Min" ji bo dîjîtalkirin û şefafiyetê, û hewlên ji bo avakirina jêrxaneke aborî ya bihêz hatine destnîşankirin.

 
Fly Erbil Advertisment