Mesrûr Barzanî: Çaksaziyên warên enerjî û bankan di berjewendiya me tenê de nînin

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyamekê de li ser tora civakî ya Xê nivîsiye, "Di çaksaziyên Kurdistanê de ne tenê em feydeyî werdigirin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (În, 23.05.2025) di peyamekê de li ser tora civakî ya Xê nivîsiye, "Çaksaziyên Kurdistanê di warên enerjî, bank û cihêrengiya aborî de ne tenê feyde ji bo me heye, belkî dê ji bo tevahiya Îraq û deverê tenahî û vejandinê peyda bikin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî daye, “Amerîka di vî erkî de hevpareka me ya sereke ye.”