Mesrûr Barzanî: Hevpariya xwe ligel Amerîkayê kûrtir dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, vê heftiyê peymanên girîng di warê enerjiyê de hatine îmzekirin û tekez kir ku ew hevpariya xwe ya ligel Amerîkayê kûrtir dikin. Herwiha Wezareta Derve ya Amerîkayê jî piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê tekez kir.

Di çarçoveya serdana xwe ya fermî ya bo Amerîkayê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja 19ê Gulana 2025an li Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê li Waşingtonê, serpereştiya merasîma îmzekirina du peymanên girîng di warê enerjiyê de kiribû.

Du kompanyayên Amerîkî yên petrolê, (HKN Energy) û (Western Zagros), bi awayekî cuda, du peymanên mezin û girîng ji bo pêşxistina sektora petrolê ya Herêma Kurdistanê, ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê îmze kirin. Hat ragihandin ku nirxê giştî yê peymanan digihîje bi dehên milyar dolarî û dê bandoreke berbiçav û erênî li ser pêşxistina sektora petrol û enerjiyê û binesaziya aborî ya Herêmê hebe.

Derbarê van geşedanan de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 24ê Gulanê li ser platforma "X" nivîsî: "Vê heftiyê peymanên girîng ên enerjiyê hatin îmzekirin. Me gotûbêj derbarê pêşxistina bazirganiyê ligel hevparên xwe yên Amerîkî û dabînkirina xweşguzeraniyê ji bo gelê Kurdistanê û tevahiya Iraqê kir."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha amaje bi wê yekê jî kir, "Hevpariya xwe ya ligel Amerîkayê kûrtir dikin."

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio li tora civakî ya "X" nivîsî: "Min ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî hevdîtin pêk anî."

Rubio herwiha da zanîn ku di hevdîtinê de wî piştevaniya berdewam a Amerîkayê ji bo "hêz û xweragiriya Herêma Kurdistanê tekez kiriye, ku ji bo aramiya Iraqê û sînorên navçeyê girîng e."

 
Fly Erbil Advertisment