Dîdar û hevdîtinên Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Amerîkayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di çarçoveya serdana xwe ya fermî bo Waşingtonê de, serperiştiya îmzekirina du girêbestên giranbuha kir û bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê û hejmarek kongresman, senator û berpirsên payebilind ên Amerîkî re civiya.

Gihiştina Serokwezîr bo Washingtonê

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 17ê Gulana 2025an, li ser vexwendina fermî ya hikûmeta Amerîkayê, bi serokatiya şandeyeke payebilind gihişte Waşingtonê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku armanca serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Waşingtonê, bihêzkirin û pêşxistina zêdetir a pêwendî û hevbeşiya stratejîk a di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de û gotûbêjkirina guhertin û pêşhatên dawî yên rewşa giştî ya Iraq û navçeyê ye.

Endamên Şandeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Wshingtonê:

1.    Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

2.    Kemal Mihemed Salih, Wezîrê Kareba û Samanên Siruştî (bi wekalet).

3.    Şoreş Îsmaîl, Wezîrê Pêşmerge.

4.    Sefîn Dizeyî, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve.

5.    Amanc Rehîm, Sekreterê Encûmena Wezîran.

6.    Beyan Samî Ebdulrehman, Şêwirmenda Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

7.    Nûredîn Wêysî, Berpirsê Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Îmzekirina du girêbestên giranbuha li Waşingtonê

Bi serpereştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, roja 19.05.2025an di merasîmekê de, du rêkeftinên di warê enerjiyê de, di navbera Wezareta Samanên Siruştî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û herdu kompanyayên petrolê yên Amerîkî (HKN Energy) û (Western Zagros) de li Waşingtonê hatin îmzekirin.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê îmzekirina van her du rêkeftinan de ragihand: "Qonaxeke nû ya pêwendiyên di navbera Kurdistan û Amerîkayê de bi îmzekirina du rêkeftinên girîng bi (HKN Energy) û (Western Zagros) re dest pê dike."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha da zanîn ku nirxê van her du rêkeftinan "bi dehên milyar dolaran e, dê elektrîkê ji bo bi milyonan kesan peyda bike, derfetên kar biafirîne û aboriya Kurdistanê bihêztir bike."

Civînên bi Kongressman û Senatoran re

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di serdana xwe ya Waşingtonê de bi hejmareke zêde ya kongresman û senatorên Amerîkî re civiya. Di van hevdîtinan de, tekezî li ser xurtkirina zêdetir a pêwendiyên Amerîka û Herêma Kurdistanê hat kirin. Di heman demê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî spasiya wan kir ji bo berdewamiya piştevaniya wan ji bo Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge.

Kongresman û Senatorên ku Serokwezîr bi wan re civiya:

1.    Kongresman Joe Wilson

2.    Kongresman Abraham (Abe) Hamadeh

3.    Kongresman Mario Diaz-Balart

4.    Senator Angus King

5.    Senator James Lankford

6.    Kongresman Adam Smith

7.    Kongresman Brian Mast, Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Encûmena Nûneran a Amerîkayê

8.    Senator Bill Hagerty

9.    Senator Ted Budd

10.  Senator Elissa Slotkin

11.  Kongresman Darrell Issa

12.  Kongresman Mike Rogers, Serokê Komîteya Xizmetên Leşkerî ya Encûmena Nûneran a Amerîkayê

13.  Kongresman Seth Moulton

14.  Kongresman Brad Sherman

15.  Senator Tom Cotton

16.  Senator Roger Wicker

17.  Senator Jack Reed

Beşdarbûna di Konferansa Enerjiyê de li Washingtonê

Bi beşdariya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Christopher Wright, roja 22ê Gulanê  Konferansa Enerjiyê li Waşingtonê birêve çû.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di konferansê de beşdarî paneleke taybet bû. Tê de behsa pêwendiyên Hewlêr-Waşington, paşeroja enerjiyê li Kurdistanê, projeya Rûkanî, hinardekirina petrola Kurdistanê û çend mijarên din kir.

Civînên bi Hejmarek Wezîr û Berpirsên Amerîkî re

Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê

Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja 22ê Gulanê li Waşingtonê, bi Chris Wright, Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê re civiya.

Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê kêfxweşiya xwe bi serdana Serokwezîr bo Amerîkayê nîşan da û piştevaniya welatê xwe ji bo her du rêkeftinên bi kompanyayên Amerîkî re di warê enerjiyê de û pêşxistina zêdetir a veberhênana Amerîkî li Kurdistanê diyar kir.

Ji aliyê xwe ve, Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya Amerîkayê kir û kurteyek derbarê reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warên cuda de, bi taybetî enerjî, projeya Rûnakî, projeya "Hesaba Min" û avakirina binesaziyeke bihêz a aborî pêşkêş kir.

Wezîrê Navxwe yê Amerîkayê

Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja 22ê Gulana 2025an, di çarçoveya gera xwe ya Amerîkayê de li Waşingtonê, bi Doug Burgum, Wezîrê Navxwe yê Amerîkayê re civiya.

Di civînê de pêşxistina pêwendiyên stratejîk ên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de û guhertin û pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê hatin gotûbêjkirin.

Wezîrê Navxwe yê Amerîkayê amaje bi wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê hevpeymaneke hêja ya Amerîkayê ye û ew kêfxweş in bi bihêzbûna pêwendiyên Herêma Kurdistanê bi kompanyayên Amerîkî re, ku ev yek beşek ji siyaseta hikûmeta Amerîkayê ye ku enerjiyê ji bo aştî û xweşguzeraniya gel bi kar bîne.

Wezîra Ewlekariya Navxweyî ya Amerîkayê

Serokwezîrê Mesrûr Barzanî roja 23ê Gulanê li Waşingtonê, bi Wezîra Ewlekariya Navxweyî ya Amerîkayê Kristi Noem re civiya.

Di civînê de tekezî li ser pêşxistina hevkarî û hemahengiya di navbera aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Ewlekariya Navxweyî ya Amerîkayê de hat kirin, bi taybetî di warê ewlehiyê, rahênan û rûbirûbûna tawana organîzekirî de.

Cîgirê Wezîrê Gencîneya Amerîkayê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 23ê Gulanê li Waşingtonê, bi Cîgirê Wezîrê Gencîneya Amerîkayê Bradley Smith re civiya.

Di civînê de gotûbêj derbarê reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di warê darayî û sîstema bankê de hat kirin. Herwiha Cîgirê Wezîrê Gencîneya Amerîkayê heyranîya xwe ji bo pêşketinên projeya 'Hesaba Min' nîşan da û her cure piştevaniya wezareta xwe ji bo projeyê û reformên Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir û got: "Em gelek qedrê hewl û reformên Serokwezîr di sektorên cuda de, bi taybetî di warê darayî de digirin û ev reform dikarin bibin mînak ji bo welatên din jî."
Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, spasiya piştevaniya Wezareta Gencîneya Amerîkayê kir, di reforman de û pabendbûna hikûmeta Herêmê bi reformên darayî û dîjîtalkirina xizmetên giştî dûpat kir.

Şêwirmendê Payebilind ê Trump

Êvara roja Pêncşemê, 22ê Gulana 2025an li Waşingtonê, bi amadebûna Michael Boulos, Şêwirmendê Payebilind ê Donald Trump, Serokê Amerîkayê, şîveke bi xêrhatinê ji bo Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Waşingtonê hat li darxistin.
Di şîvê de, ku hejmarek kesayetiyên naskirî yên Amerîkî amade bûn, Şêwirmendê Payebilind ê Serok Trump, di gotarekê de, bi xêrhatina Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û serdana wî ya Amerîkayê weke serdaneke gelek serkeftî bi nav kir. Herwiha tekezî li ser bihêztirkirina pêwendiyên stratejîk ên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de kir.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 23ê Gulana 2025an bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re civiya.

Piştî bidawîhatina civîna xwe ya bi Rubio re, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di daxuyaniyeke rojnamevanî de got: "Civîneke gelek baş û bi sûd bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê re pêk anî. Me tê de nêrîn, têgihiştin û dîtinên xwe yên li ser hemû pêşhatên navçeyê pêşkêş kirin."

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha amaje bi wê yekê kir: "Min Wezîrê Derve yê Amerîkayê vexwend da ku serdana Herêma Kurdistanê bike."
Di heman demê de Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de da zanîn ku Mesrûr Barzanî û Marco Rubio, derfetên zêdekirina bazirganî û veberhênanê di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de gotûbêj kirine.

Wezaretê herwiha destnîşan kir: "Marco Rubio, ji ber îmzekirina rêkeftinên bi kompanyayên Amerîkî re ji bo zêdekirina veberhênana gaza siruştî li Herêma Kurdistanê, pesnê Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê da û ev yek weke gaveke girîng ji bo serxwebûna Iraqê di warê enerjiyê de bi nav kir."

 

 
 
 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment