Mezargeha Wêysê Qerenî li Kirmanşanê: Şûnwarekî dîrokî û geştiyariyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Li nêzîkî bajarê Kirmanşanê yê Rojhilatê Kurdistanê, li ser çiyayekî bilind, ziyaretgeheke dîrokî heye ku tê gotin ew mezargeha Wêysê Qerenî ye, yek ji kesayetiyên navdar ên serdema Pêxemberê Îslamê. Ev avahî di serdema Selçûqiyan de hatiye çêkirin û weke şûnwareke neteweyî ya Îranê hatiye tomarkirin. Salane bi hezaran kes ji seranserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê serdana vê derê dikin.
Mezargeha Wêysê Qerenî, ku yek ji tabiînên navdar ê Pêxemberê Îslamê tê hesibandin, li ser rêya Kirmanşanê ber bi Rewanserê ve, li ser çiyayekî bilind ê bi navê Bîşekû hatiye avakirin û bi qasî 20 kîlometreyan ji Kirmanşanê dûr e. Ji ber çiyayîbûna navçeyê, geştyar bi tenê di demsalên bihar û havînê de dikarin xwe bigihînin mezargehê.
Xadimê mezargehê Ebdullah Perwînî diyar dike ku geştyar û ziyaretkar ji gelek deveran tên: "Ji hemû bajarên Îranê, ji derveyî welat jî, kes tên. Xelk ji Pakistan, Bengladeş, Iraq û bi taybetî ji Herêma Kurdistanê gelek kes tên. Herwiha, kesayetiyên cuda, şêx, oldar û mirîdên wan jî serdanê dikin."
Avahiya mezargeha Wêys di serdema Împaratoriya Selçûqiyan de hatiye lêkirin. Beşa sereke ya mezargehê ku ji xiştan (kerpîç) hatiye çêkirin, ji çar dîwaran pêk tê û bi şêweyekî çargoşe hatiye avakirin. Li ser van dîwaran, avahî şêweyekî şeşgoşeyî distîne û li ser wê jî qubeyek mezargehê dinixumîne. Deriyê ketina hundir ji bo jin û mêran cuda ye û di hundir de jî cihê ziyaretê ji bo her du zayendan hatiye veqetandin.
Ziyaretkarên vê derê çîrokên ku bi efsaneyan tevlihev bûne derbarê kerametên Wêysê Qerenî vedibêjin. Zuleyxa Ebdullahî, yek ji ziyaretkaran, çîrokekê wiha vedibêje: "Carekê dayika wî jê re gotiye, 'Kurê min, ez birçî me.' Wêys gotiye, 'Dayê, tiştek nîne em bixwin.' Dûre rabûye çûye çolê û destê xwe dirêjî Xwedê kiriye. Wexta vegeriyaye, nan li ser destê wî bûye. Dema dayika wî pirs kiriye ka ev nan ji ku anî, gotiye, 'Min ji Xwedê xwest.' Ji wê rojê ve, destê wî yê rastê yê ku nan pê anîbû, her tim wek nîşana kerametê li hewa mabû."
Di nava xelkê herêmê de Mezargeha Wêysê Qerenî wekî "Wêysê Nazdar" jî tê naskirin û behsa çûna serdana Wêys heta ketiye nav stranên folklorî yên deverê jî. Ev şûnwar di nav sînorê îdarî yê bajarê Rewanserê de ye û yek ji 50 şûnwarên dîrokî yên Parêzgeha Kirmanşanê ye ku di lîsteya şûnwarên neteweyî yên Îranê de jî hatiye tomarkirin.