Sefîn Dizeyî: Me serdana xwe bo Washingtonê serkeftî bidawî anî

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, duh 24ê Gulana 2025an, serdana xwe ya fermî bo Washingtonê, paytexta Amerîkayê, bi awayekî serkeftî bi dawî anî.
Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî li hejmara xwe ya tora civakî “X” wêneyek belav kir û ragihand: "Me dawî li serdaneke serkeftî ya ji bo Washingtonê, bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî anî."
Dizeyî herwiha spasiya hevkar û hevbeşê Amerîkî ji bo "pêşwaziya germ" a ku li şanda Herêma Kurdistanê kirine, kir. Herwiha spasiya Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê, tîma protokolê û dezgehên ragihandinê kir ji bo "ked û xebata wan" di dema serdanê de.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja Şemiyê 17ê Gulana 2025an li ser vexwendina fermî ya Hikûmeta Amerîkayê û bi serokatiya şandeke payebilind a hikûmetê, gehiştibû Washingtonê.
Di çarçoveya serdana xwe ya fermî de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja 19ê Gulana 2025an li Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê li Washingtonê, çavdêrî û serperiştiya merasîma îmzekirina du peymanên girîng di warê enerjiyê de kiribû.