Serok Barzanî û Serokê Bereyê Tirkmenî yê Iraqê hevahengiya navbera aliyên siyasî tekez dikin

Serok Barzanî û Mihemed Seman
Serok Barzanî û Mihemed Seman

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî û Serokê Bereyê Tirkmenî yê Iraqê tekezê hevahengiya navbera aliyên siyasî ji bo tenahiyê û bicihanîna yekîtî û biratiya navbera aliyan tekez dikin.

Baregayê Barzanî ragihand ku, Serok Mesûd Barzanî îro (Duşemê, 26ê Gulana 2025ê) li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Bereyê Tirkmenî yê Iraqê Mihemed Seman kir.

Di wê civînê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser pêvajoya siyasî ya Iraqê li hev guhertin û tekez li ser hevahengiya navbera aliyên siyasî ji bo tenahiyê û peydakirina yekîtî û biratiya navbera aliyan kir.

 
Fly Erbil Advertisment