Serok Barzanî: Pêvajoya siyasî ya Iraqê dê serkeftî be eger her kes pabendî destûrê be

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 26ê Gulanê pêşwazî li hejmarek kesayetî û serokeşîrên ji parêzgeha Enbarê û derdora Bexdayê kir.
Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de şanda mêvan spasiya xwe û pêzanîna xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin ji ber helwesta wî ya berdewam di parastin û piştgiriya daxwaz û mafên pêkhateyên Iraqê de.
Herwiha, şandê spasiya mêvanperweriya xelkê Kurdistanê kir ku di rojên tengasiyê û di dema şerê li dijî terorê de bi sedhezaran koçber û aware hewandine.
Di heman hevdîtinê de, endamên şanda mêvan behsa rewşa parêzgeha Enbarê û herwiha maf, daxwaz û pirsgirêkên deverên xwe kirin. Wan Serok Barzanî derbarê çendîn pêşniyar û daxwaziyên xelkê deverên xwe de agahdar kirin û daxwaz kirin ku di proseya hikûmraniyê û saziyên dewletê de hevsengî hebe, û hemahengî, biratî û lihevkirin di navbera hemû pêkhateyên Iraqê de bihêztir bibe.
Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî, piştî bixêrhatina li şanda mêvan, di gotarekê de ronahî xist ser wan şaşî û binpêkirinên ku piştî hilweşandina rejîma berê hatine kirin û tekezî li ser wê yekê kir ku proseya siyasî li Iraqê wê demê serkeftî dibe ku hemû alî pabendî destûrê û prensîpên hevbeşî, lihevkirin û hevsengiyê bin.
Di berdewamiya axaftina xwe de, Serok Barzanî behsa guhertinên li navçeyê, hilbijartinên bê yên Iraqê û awayê parastina Iraqê ji gef û astengiyan kir.
Di beşeke din a hevdîtinê de, Serok Barzanî bersiva pirs û têbîniyên amadebûyan da.

