Çiya Kurd: Em ji daxwaza “Sûriyayeke Nenavendî” nayên xwarê û şandek diçe Şamê

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd da zanîn, şanda Kurdî ya ku dê li gel hikûmeta Şamê danûstandinan bike, ji daxwaza nenavendiyê nayê xwarê.

Bedran Çiya Kurd ji Ajansa Nûçeyan a Fransî (AFP) re ragihand, "Sûriyeke nenavendî, piralî û demokrasî çareseriya guncaw e ji bo hemû pirsgirêkên li Sûriyê" û destnîşan kir ku şanda Kurdî dê ji vê daxwazê neyê xwarê. 

Çiya Kurd da zanîn ku "sîstema navendî ya ku hemû desthilatan dixe destê xwe, nikare civaka Sûrî ya pirreng bi rê ve bibe."

Bedran Çiya got jî, di demeke nêzîk de, şandeke ku hemû aliyên siyasî yên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê li xwe digre serdana Şamê dike ji bo gengeşekirina doza Kurdî û misogerkirina mafên Kurdan.

Herwiha got, diyaloga bi hikûmeta Sûrî re ji bo qonaxa veguhêz berdewam e û "pêwîstiya wê bi pêngavên zêdetir ên avakirina baweriyê heye."

Ev daxuyaniyên Çiya Kurd hevdem in ligel amadekariyên şanda Kurd bo serdanekirina Şamê û temamkirina danûstandinên xwe bi desthilata nû ya Sûriyê re. Roja 23ê Gulana 2025an, Endamê Encûmena Serkirdayetiya PYDê Aldar Xelîl ji ajansa Reutersê re ragihandibû ku şandeke wan amadekariyan dike ku di demek nêzîk de serdana Şamê bike.

Aldar Xelîl gotibû: "Dîtina Kurdî dê bibe bingeha danûstandinê ligel Şamê. Ji bo vê yekê em ê rastî gelek astengiyan werin, ji ber ku hikûmeta Sûriyê hêj bi temamî cîgir nebûye." Ajansa Reutersê jî amaje bi wê yekê kiribû ku armanca şandê danûstandin derbarê paşeroja Sûriyê û bidestxistina herêmeke xweser (otonom) e.

Li aliyê din, Hevseroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, Îlham Ehmed îro 26ê Gulanê di konferanseke li Yewnanistanê ya bi navê 'Doza Kurdan û Pêşhatên Wê li Rojhilata Navîn' de, hişyarî dabû û gotibû: "Eger hikûmeta Sûriyeyê li ser awayê desthilatdariya navendî rijd be, welat dê rûbirûyî şerekî navxweyî yê mezin bibe." Ehmed herwiha pêwîstiya "sîstemeke demokratîk a berfireh ku hemû pêkhateyan bîne cem hev" anîbû ziman.