NYT: Hevdîtina Trump û Şera li Riyadê êrîşên Îsraîlê li Sûriyê kêm kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameya Amerîkî “New York Times” di raporekê de belav kir, ji dema hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Sûriyê Ehmed li Riyadê, êrîşên Îsraîlê li ser Sûriyê kêm bûne.
Li gorî rojnameyê, bandora vê nêzîkbûnê li ser stratejiya leşkerî ya Îsraîlê "gelek diyar e". New York Times amaje dike ku tevî hevpeymaniya bihêz a di navbera Îsraîl û Amerîkayê de, Trump "werîsê rizgarbûnê avêtiye ji Şera re" û karê hikûmeta Îsraîlê yê ji bo berfirehbûna li Sûriyê asteng kiriye.
Rapor bibîr tîne ku piştî senaryoya "ketina Esed", Îsraîlê zêdeyî 700 êrîş li ser Sûriyê pêk anîne û di demên dawî de nêzîkî koşka serokatiya Sûriyê jî kiribû armanc, û peyamek gihandibû Şera ku nêzîkî başûrê Sûriyê nebe.
Li gorî şirovekarên serbazî yên ku rojnameyê nêrînên wan wergirtiye, du armancên Îsraîlê ji van êrîşan hebûn: yekem, bidestxistina beşek ji başûrê Sûriyê li nêzîkî bilindahiyên Golanê yên ji sala 1967an ve dagirkirî ne, ya duyem jî, sînordarkirina hebûna Tirkiyê li Sûriyê ye.
Herwiha destnîşan dike ku tevî nerazîbûna Îsraîlê, Trump sizayên li ser Sûriyê û serokê wê yê nû (Şera) sivik kirine. Yek ji mercên Amerîkayê ji bo rakirina sizayan ew e ku Sûriye tevlî "Rêkeftinên Îbrahîmî" bibe. Rojname nivîsiye ku Trump gotiye Şera razî bûye tevlî van rêkeftinan bibe, lê belê Şera hîn bi fermî ev yek ne ragihandiye.