Hevpeymaniya Navdewletî: Tevgera hêzên Amerîkî ji bo têkbirina şiyanên DAIŞê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevpeymaniya Navdewletî ya bi pêşengiya Amerîkayê eşkere kir, jinûve bicihkirin û tevgera hêzên Amerîkî ya ku meha borî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat dîtin, armanc dike ku şiyanên rêxistina DAIŞê têk bibe.

Hevpeymaniyê di daxuyaniyeke de ku îro 27ê Gulanê li hejmara xwe ya medyaya civakî belav kir, tê de ragihand, biryara Amerîkayê ya meha borî ji bo zêdekirina hêzên xwe li Sûriyeyê, di çarçoveya erkê leşkerî yê Hevpeymaniyê de, bi armanca têkbirina şiyanên DAIŞê û xurtkirina aramiya herêmî hatiye dayîn.

Herwiha, di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Hevpeymanî hewlên xwe didomîne ji bo kêmkirina hejmara kesên ku li kampên malbatên DAIŞê dimînin û li navendên girtinê yên girêdayî DAIŞê ne, da ku bi vî awayî ewlehiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xurtir bibe.

Hevpeymaniyê bibîr xist ku Amerîka sala borî bi dehan êrîşên esmanî yên hûr pêk anîbûn, da ku bermahiyên rêxistina DAIŞê lawaz bike.

Ev daxuyanî di demekê de tê ku desthilatdarên Sûriyeyê di rojên dawî de ragihandibûn, wan ji bo şopandina endamên DAIŞê dest bi operasyoneke berfireh kirine û amaje bi girtina çend kesan li Helebê, derdora Şamê û herêmên din kiribûn.

Herwiha, ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bang li Serokê Sûriyeyê Ehmed Şara kiribû ku têkoşîna li dijî terorê xurtir bike.

Li gor zanyariyan, niha zêdetirî 900 leşkerên Amerîkî di çarçoveya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî de li Sûriyeyê bi cih bûne.

Ji destpêka Gulanê ve 19 çekdarên DAIŞê hatine girtin

Di heman çarçoveyê de, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) jî ragihand, di encama operasyonên berdewam ên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi piştgiriya Hevpeymaniya Navdewletî de, ji destpêka meha Gulanê ve li herêmên di bin kontrola HSDê de nêzîkî deh operasyonên ewlehiyê hatine lidarxistin. 

Li gorî SOHRê, di van operasyonan de 19 çekdarên DAIŞê hatine girtin, ku di nav wan de serkirde û mîrên wê rêxistina terorist jî hene.

 
 
Fly Erbil Advertisment