Li Çewligê erdhejek çê bû

Erdhej
Erdhej

Diyarbekir (K24) - Li herêma navçeya Geğiyê ya ser bi Çewligê ve erdhejek çê bû.

Rêvebirîya Rewşa Awarte û Felaketê ya Tirkiyeyê (AFAD) îro (Pêncşem, 29ê Gulana 2025ê) ragihand ku, li herêma navçeya Geğiyê ya ser bi Çewligê ve erd hejiya.

Her li gorî wê çavkaniyê, ew erdhej seet 20:14 û bi hêza 4.3 çê bûye.

Her wê çavkaniyê amaje jî da ku, kûrahîya wê erdhejê heta 5 kîlometreyan hatîye pîvan.

Hejaye gotinê ye ku ji bo erdhej nezîkê rûyê erdê bû, li bajar û navçeyên deverê jî hat hîskirin û bûye sedema metirsiyê.

 
 
Fly Erbil Advertisment