Ehmed Şera: Sûriye û Îsraîl xwedî berjewendî û dijminên hevpar in

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera ragihand, berjewendiyên hevpar di navbera Şam û Tel Avîvê de hene û got, "Me herdu aliyan, 'dijminekî hevpar' heye." Ev daxuyanî rastî gelek bertekan hat.

Rojnameya "The Cradle" belav kir, Ehmed Şera di hevpeyvînekê de ligel rojnameya "Jewish Journal"ê ragihandiye, "Aştiya ligel Îsraîlê dikare bibe sedema aramiya herêmê û dawiya şer."

Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera herwiha got: "Îsraîl û Sûriyeyê 'dijminên wan ên hevpar' hene," û da zanîn ku ew amade ye bi Tel Avîvê re danûstandinan bike eger "rêyeke zelal ji bo pêkvejiyanê" hebe.

Ehmed Şera got jî: "Divê serdema bombebaran û êrîşan bidawî bibe. Tu netewe dema ku asîmanên wê tijî tirs bin, bextewar nabe. Rastî ev e ku dijminekî me yê hevpar heye û em dikarin roleke serekî di ewlehiya herêmê de bilîzin."

Serokê Sûriyeyê destnîşan kir: "Divê aştî bi rêya rêzgirtina ji hev re pêk were, ne bi tirsê. Em li ser duristî û rêyeke zelal a pêkvejiyanê dixebitin û em ê xwe ji her tiştê kêmtir ji vê dûr bixin."

Ehmed Şera piştgiriya xwe ji bo vejandina bingehên Peymana Veqetandina Hêzan a sala 1974an nîşan da û ew wekî çarçoveyeke egera xwe-kontrolkirina herdu aliyan û parastina welatiyên sivîl bi nav kir.

Ev daxuyanî di demekê de tê ku li gorî medyaya rojava, di çend hefteyên borî de rayedarên Îsraîlî û Sûrî, bi armanca rêgirtina li şer, gotûbêjên rasterast pêk anîne.

 
Fly Erbil Advertisment