Konsulê Amerîkayê: Em têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurttir dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê dibêje, “Herêma Kurdistanê jîngeheke baş e ku xwendekar piştî derçûna xwe bibin serkirde.”
Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Steve Bittner duhî (Yekşem, 1ê Hezîrana 2025ê) di nav merasîma derçûyên Zanîngeha Amerîkayî li Dihokê de got, “Ez ji derçûyên vê zanîngehê dixwazim ku ji bo zêdetir pêşveçûna Herêma Kurdistanê bibin alîkar. Hûn dikarin gelek guhertinan bikin. Gelek şîrketên Amerîkayî li Herêma Kurdistanê kar dikin. Hûn dikarin di wan şîrketan de bixebitin û ji we re bibe derfeteke baş.”
Steve Bittner herwesa got, “Em li bendê ne ku zêdetir şîrketên Amerîkayî bên Herêma Kurdistanê û em têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurttir dikin. Herwesa jîngeheke pir baş li vê derê peyda bûye, ji ber vê yekê jî divê hûn bibin serkirdeyên paşerojê.”
Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê amaje jî da, "Zanîngeha Amerîkayî itîrafa Amerîkayê wergirtiye."
Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî, duhî (Yekşem, 1ê Hezîrana 2025ê) merasîmên gera heftê ya derçûyên Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê hatin lidarxistin.
Di vê gerê de, 93 xwendekarên her çar kolîjên Huner û Zanist, Karsazî, Endazyarî û Peristariyê bawernameyên derçûnê werdigirin. Di nav wan de jî, 18 derçûyên yekê yên kolîjan hene.
Îsal, ji bo cara yekê, 23 xwendekar ji Kolîja Peristariyê ya wê zanîngehê bawernameya bekaliryosê werdigirin. Serokê Lijneya Emîndarên Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê Mesrûr Barzanî û Wezareta Derve ya Amerîkayê bursên xwendinê yên belaş dabûn van xwendekaran.