Serwer Hawarî: Elîtek ji hikûmeta Iraqê naxwaze Kurdistan bibe xwediya çi tiştekî

Serwer Hawarî
Serwer Hawarî

Navenda Nûçeyan (K24) – Wekîlê Wezareta Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, di nav wezaretên hikûmeta Iraqê de elîtek heye ku naxwaze Kurdistan qezencê bike. Ew bi awayekî diaxivin ku ku ew navend in ne hikûmet.

Wekîlê Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Serwer Hawarî îro (Duşem, 2ê Hezîrana 2025ê) ji Kurdistan24ê re ragihand, "Hikûmeta Iraqê gelek pirsgirêk ji bo Kurdistanê çê kirine, ku heta niha welatiyên Kurd pê nizanin. Ji bo nimûne, pirsgirêka tevgera bazirganî û bazirganiya genim, herwesa pirsgirêka destûrnameyên hawirdekirin û hinardekirinê, destûrnedana bi berhemên kargehan û piştnebestina bi karên bazirganî û şîrketan."

Serwer Hawarî herwesa got, “Hejmara kargehan li Herêma Kurdistanê bi hemî ve 4 hezar kargeh e, ku hemî xwemalî ne û tenê hin ji wan biyanî ne. 75% ya berhemên van kargehan hinardeyî naverast û jêriya Iraqê tên kirin.”

Navbirî amaje jî da, "Iraqê heta niha nekariye ji bo navxweya xwe berhemeke pîşesaziyê çê bike. Herêma Kurdistanê alîkariya hikûmeta Iraqê kiriye, hikûmeta Iraqê ji ber wê elîta di nav wê de ji bo berhemên Kurdistanê pirsgirêkan diafirîne."

Wekîlê Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziyê yê Herêma Kurdistanê got, "Elîtek di nav wezaretên hikûmeta Iraqê de heye ku naxwaze Kurdistan qezenc bike. Ew bi Herêma Kurdistanê re bi awayekî diaxivin ku ew navend in ne hikûmet; yanî ew bi çi awayan naxwazin bi destûrê bixebitin û vegerin destûrê. Berevajî hikûmeta Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê parlemento, dahat û wezaretên xwe hene, divê karê dewletdariya xwe bike.”