Revenda Kurdistanî: Birîna mûçeyan ji aliyê Bexdayê ve, binpêkirina mafên destûrî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Konfederasyona Revenda Kurdistanî derbarê birîna mûçeyên karmandên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta federal a Iraqê ve daxuyaniyek belav kir û ev kiryar wek "binpêkirineke aşkera ya mafên destûrî yên fermanberên Herêma Kurdistanê" bi nav kir.

Di daxuyaniyê de, Konfederasyona Revenda Kurdistanî helwesta hikûmeta Iraqê ya li hemberî Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir û red kir. Herwiha tekez kir, ew ê berevaniyê li mafên rewa yên Herêma Kurdistanê bike û got: "Ev karê ku Iraq li hemberî Herêma Kurdistanê dike, binpêkirineke aşkera ya mafên destûrî yên fermanberên Herêma Kurdistanê ye."

Konfederasyonê derbarê binpêkirinên hikûmeta Iraqê yên li hemberî Herêma Kurdistanê çend daxwazname arasteyî civaka navdewletî û hikûmeta Iraqê kirin. Ji hikûmeta Iraqê hat xwestin ku pabendî rêkeftinên darayî yên ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û yasaya bûdceyê be. Herwiha bang li civaka navdewletî û Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku li hemberî "siyaseta birçîkirina Kurdistaniyan" helwesteke zelal nîşan bidin.

Konfederasyonê herwiha bang li partiyên siyasî, rêxistin, medyekar, akademîsyen û rewşenbîrên Herêma Kurdistanê kir ku li hemberî binpêkirinên eşkere yên hikûmeta Iraqê yên li dijî gelê Kurdistanê bêdeng û bêhelwest nemînin. 

Di heman demê de, Konfederasyonê peyamek arasteyî balyozxaneyên welatên cîhanê yên li nav axa Herêma Kurdistanê kir û daxwaz jê kir ku li hemberî binpêkirinên destûrî yên Iraqê helwesteke cidî nîşan bidin.

Ev daxuyaniya Konfederasyona Kurdistanî di demekê de tê ku roja Pêncşemê, 29ê Gulana 2025an, Polîtbûroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di daxuyaniyekê de ragihandibû: "Em raya giştî ya Iraq û Herêma Kurdistanê agahdar dikin ku hikûmeta federal di binpêkirina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê de berdewam e. Binpêkirina herî dawî jî nivîsara duh a Wezareta Darayî ye ku dijî destûr û bingehên rêkeftina pêkanîna hikûmetê ye û siyasîkirina qûtê xelkê ye."

Hefteya borî, Wezîra Darayî ya Iraqê Teyf Samî, bi nivîsareke fermî Hikûmeta Herêma Kurdistanê agahdar kiribû ku êdî nikare di şandina pereyê mûçeyan de berdewam be. Wê ev yek bi hinceta ku Herêmê para xwe ya diyarkirî di yasaya bûdceyê de derbas kiriye û bi pabendbûna bi biryara Dadgeha Federalî û yasaya giştî ya bûdceyê ve girêdabû û gotibû: "19.2 trîlyon dînar dahata petrolî û ne-petrolî radest nekiriye."