Wezîrê Derve yê Îtalyayê piştgiriya xwe ji bo rêxistinên nehikûmî yên Kurdistanê tekez kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonîo Tajanî di hevdîtineke ligel Serokê Dezgeha Rêxistinên Nehikûmî yên Herêma Kurdistanê, Felah Hesen de, piştgirî û hevkariya welatê xwe ji bo rêxistinên Kurdistanê dubare kir.
Hevdîtin îro 2ê Hezîranê di çarçoveya "Foruma Ciwanan a Îtalyayê" de pêk hat, ku di 31ê Gulana borî de li Roma, paytexta Îtalyayê, dest pê kiribû û du rojan berdewam kir.
Li gorî daxuyaniyeke Dezgeha Rêxistinên Nehikûmî, di hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Îtalyayê de, Felah Hesen amaje bi kar û xebatên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Rêxistinên Nehikûmî di warê karê sivîl û rêxistinên civaka sivîl de kir.
Herwiha, Hesen daxwaz ji Wezîrê Derve yê Îtalyayê kir, hevahengî di navbera rêxistinên Herêma Kurdistanê û yên Îtalyayê de bi rêya wezareta wî zêdetir were pêşxistin.
Ji aliyê xwe ve, Antonîo Tajanî di hevdîtinê de destnîşan kir ku ew dostên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne û di şerê li dijî DAIŞê de hevkar û piştevanên hev bûne.
Tajanî herwiha piştgirî û hevkariya xwe ji bo rêxistinên Kurdistanê bi rêya hikûmeta Îtalyayê û wezareta xwe piştrast kir.