Mîdas Ezîzî: Şanda Kurdî ya ji bo Şamê di demek nêzîk de tê ragihandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Polîtbûroya Partiya Pêşverû ya Demokrat a Kurd li Sûriyê Mîdas Azîzî ji Kurdistan24 re ragihand, duh civînek di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de birêve çûye û gotûbêj li ser pêkhateya şanda Kurdî ya ji bo Şamê hatin kirin.
Mîdas Azîzî di destpêkê de hişyarî da, ku hebûna çekdarên biyanî li Sûriyê pirsgirêkeke sereke ye û gefek mezin li ser pêşeroja welat û avakirina hikûmeteke demokratîk çêdike.
Azîzî da zanîn ku civaka navdewletî jî şert û mercên xwe hene û çareserkirina pirsgirêka van grûpên çekdar ên biyanî weke pêdiviyeke bingehîn dibîne beriya ku Sûriye ber bi aramî û hikûmeteke demokratîk ve biçe.
Derbarê rewşa navxweyî ya Sûriyê û danûstandinên di navbera aliyên cuda de, Azîzî bal kişand ser aloziyên ku ji ber hebûna van çekdaran û destêwerdanên derve derdikevin û amaje bi pirsgirêkên di navbera Ehmed Şera û çekdarên biyanî de kir û ev yek weke astengiyek li pêşiya avakirina hikûmeteke nûjen li Sûriyê bi nav kir.
Endamê Polîtbûroya Partiya Pêşverû amaje bi wê yekê kir ku aliyên navdewletî naxwazin şerek li Sûriyeyê derkeve û Sûriye aram bimîne. Ehmed Şera jî bi zanebûn ligel pirsa Bendava Tişrînê û êrîşên Tirkiyeyê de tevgeriya.
Mîdas Azîzî tekez kir, Kurd dixwazin li Sûriyê aramî û aştî pêk were û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) weke "kaxezeke gelekî girîng di destê Kurdan de ye" ku dikarin di diyalogê de bi kar bînin di pêşeroja diyalogê de bi hikûmeta Şamê re."
Derbarê şanda Kurdî de jî Azîzî aşkera kir, şanda Kurdî dê ji 9-10 kesan pêk were û dê tê de nûnerên ENKSê û PYDê hene, dê di piştî Cejna Qurbanê serdana Şamê bike.