Partiya DEMê Pervîn Buldan wek Cîgira Serokê parlementoyê destnîşan kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Endama şanda Îmraliyê Pervîn Buldan, li ser navê DEM Partî dibe Cîgira Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê. Serokomarê Tirkiyeyê jî pîrozbahî li Buldan kir.
Fraksiyona Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Parlamentoya Tirkiyeyê, di civîna xwe ya îro 2ê Hezîrana 2025an de li navenda giştî ya partiyê, Endama Şanda Îmraliyê û Parlamentera Wanê Pervîn Buldan wek Cîgira Serokê Parlamentoyê hilbijart.
Tê payîn ku navê Buldan di rojên pêş de bi awayekî fermî ji Serokatiya Parlamentoyê re bê ragihandin.
Ev post, piştî koçkirina Cîgirê berê yê Serokê Parlamentoyê yê DEM Partiyê Sirri Sureya Onder di 3’ê Gulanê de ji ber krîza dil, vala mabû.
Hat ragihandin ku Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan jî bi rêya telefonê pîrozbahî li Pervîn Buldan kiriye ji ber erka wê ya nû.
Ev hilbijartin di demekê de ye ku biryar e sibe 3’ê Hezîranê hilbijartina Serokê Parlamentoya Tirkiyê birêve biçe. Serokê niha yê Parlamentoyê Nûman Kurtulmuş wek namzetê hevpar ê AK Partî û MHPê hatiye destnîşankirin.
Ji aliyê xwe ve, DEM Partiyê jî Parlamenterê Amedê Cengîz Çandar wek namzetê xwe ji bo Serokatiya Parlamentoyê diyar kiribû.