Haletê yekê yê taya xwînberbûnê li Zaxoyê hat tomarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Giştî yê Tendirustiyê li Zaxoyê ragihand, “Welatiyekî komelgeha Bêgovayê ya qezaya Batîfayê berî du rojan bi merema wergirtina çareseriyê serdana Nexweşxaneya Hawarhatinê ya Zaxoyê kir, ku gumana nexweşiya taya xwînberbûnê jê dihat kirin. Piştî derketina encama testa wî jî, eşkere bû ku tûşî wê nexweşiyê bûye.”
Birêveberê Giştî yê Tenduristiyê li Zaxoyê Dr. Sîrwan Elî îro (Sêşemê, 3ê Hezîrana 2025ê) taybet ji Kurdistan24ê re got, “Berî du rojan, welatiyekî Komelgeha Bêgovayê ya qezaya Batîfayê bi merema wergirtina çareseriyê serdana Nexweşxaneya Hawarhatinê ya Zaxoyê kir, ku gumana nexweşiya taya xwînberbûnê jê dihat kirin.”
Birêveberê Giştî yê Tenduristiyê li Zaxoyê amaje jî da, “Encama testa wî welatî îro hat weşandin, û eşkere bû ku tûşî nexweşiya xwînberbûnê bûye.”
Haletê yekê yê nexweşiya taya xwînberbûnê li Herêma Kurdistanê li roja 2ê Gulana 2025ê hat tomarkirin, ku welatiyekî 45 salî ji qezaya Koyeyê ya parêzgeha Hewlêrê bû, goştfiroş bû û niha rewşa wî baş e û vegeriyaye mala xwe.