Mustefa Ozçelîk: Yekrêziya di nav mala Kurd de destpêka serkeftinê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk avakirina şandeya Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê ku dê bibe muxatabê Rêveberiya Şamê û nûnertiya gelê Kurd li wê herêmê bike, pîroz kir.
Ozçelîk îro 5ê Hezîranê di daxuyaniyekê de destnîşan kir, ev şande piştî konferanseke ku di 26ê Nîsana 2025an de li Qamişloyê bi beşdariya hemû partiyên siyasî, dezgehên sivîl û kesayetên serbixwe yên Kurd hatibû lidarxistin, hatiye ragihandin. Di wê konferansê de, li ser bingeha daxwazên milî û demokratîk ên gelê Kurd û ji bo bidestxistina statuyeke siyasî, rêbaz û bernameyeke siyasî ya hevbeş hatibû pejirandin.
Serokê Giştî yê PWKê, Mustafa Ozçelîk, da zanîn ku ev pêşketin ji bo hemû Kurd û Kurdistanîyan cihê kêfxweşiyê ye û got: "Em di wê baweriyê de ne ku, şandeya Kurdî dê li ser rêbaz û bernameya siyasî ya konferansê nûnertiya gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bike."
Ozçelîk herwiha tekez kir: "Yekrêziya di nav mala Kurd de destpêka serkeftinê ye. Diyarkirina şandeya Kurdî gaveke pîroz û dîrokî ye."
Di dawiya daxuyaniya xwe de, Ozçelîk careke din avakirina şandeyê pîroz kir û serkeftinê ji şandeyê re xwest.
Şandeya ku nûnertiya hemû partiyên siyasî yên Kurd ên li Rojava dike, bi serokatiya Mihemed Îsmaîl û Perwîn Yûsif e û ji van endaman pêk tê: Aldar Xelîl, Reyhan Loqo, Ehmed Silêman, Silêman Oso, Selah Derwîş, Nesredîn Îbrahîm û Feysel Yûsif.