Wezareta Navxwe 5 şaredarên din ên CHPê ji kar dûr xistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê, 5 şaredarên Partiya Gel a Komarî (CHP) ku di çarçoveya lêpirsîna gendeliyê ya li Stenbolê de hatibûn girtin, ji erkên wan dûr xistin. Bi vê biryarê re hejmara şaredarên CHPê yên ji kar hatine dûrxistin gihîşt 11 kesan.
Li gorî agahiyan, şaredarên ku di çarçoveya lêpirsînên li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, Şaredariya Beşîktaşê û Şaredariya Buyukçekmeceyê de bi îdiaya "gendeliyê" hatibûn desteserkirin û piştre girtin, ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve ji peywirê hatin dûrxistin.
Şaredarên ku nû ji erka xwe hatine dûrxistin ev in:
- Şaredara Avcilarê: Ûtkû Camer Çaykara
- Şaredarê Buyukçekmeceyê: Hasan Akgun
- Şaredarê Gazîosmanpaşayê: Hakan Bahçetepe
- Şaredarê Ceyhanê (Edene): Kadîr Aydar
- Şaredara Seyhanê (Edene): Oya Tekîn
Hêjayî gotinê ye ku beriya vê, Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer û Şaredarê Şîşliyê Resûl Emrah Şahan ên CHPê, tevî ku di çarçoveya "Lihevkirina Bajêr" de hatibûn hilbijartin jî, ji erkên xwe hatibûn dûrxistin û li şûna wan qeyûm hatibûn tayînkirin.
Şaredarên din ên CHPê yên ku berê ji erka xwe hatibûn dûrxistin ev in:
- Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê: Ekrem Îmamoglû
- Şaredarê Beşîktaşê: Riza Akpolat
- Şaredarê Beykozê: Alaattîn Koseler
- Şaredarê Beylîkduzuyê: Mehmet Mûrat Çalik