Nêçîrvan Barzanî Cejna Qurbanê pîroz dike

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê bi helkefta Cejna Qurbanê peyamek belav kir û tê de ragihand, “Di vê helkefta pîroz de, em tekezê li ser wateyên cejnê di qurbanîdan, dilovanî û lihevhatinê de dikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Pêncşem, 5ê Hezîrana 2025ê) bi helkefta Cejna Qurbanê peyamek weşand ku tê de hatiye, “Bi helkefta Cejna Qurbanê, ez xweşiktirîn û gerimtirîn pîrozbahiyan pêşkêşî hemî Misilmanên Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê dikim. Ez ji Xudayê mezin dixwazim ku cejn bi xêr û xweşî vegere û tenahî, rehetî û bextewariyê ji tevan re bi xwe re bîne.”

Nêçîrvan Barzanî herwesa di peyama xwe de gotiye, “Di vê helkefta pîroz de, em tekezê li ser wateyên cejnê di qurbanîdan, dilovanî û lihevhatinê de dikin. Herwesa em banga xwe ji bo xurtkirina canê hevfêmkirin, hevkarî û xebata bi hev re nû dikin, ji bo derbaskirina pirsgirêk û zehmetiyan û xurtkirina bingehên dadperweriyê û piştrastbûna ji jiyaneke birûmet ji bo hemî welatiyan.”

Nêçîrvan Barzani tekez jî kiriye, “Divê pirsgirêka mûçexurên Herêma Kurdistanê bi diyalog û hevfêmkirinê, li ser bingeha destûr, qanûn û peymanên ku xizmeta berjewendiya giştî ya welatî dikin, bên çareserkirin. Herwesa em Kurdistaniyan piştrast dikin ku, em dê li ser parastina mafên wan berdewam bin û em dê hemî rêçareyên destûrî bi kar bînin.”

Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya peydama xwe de jî gotiye, “Em hêvî dikin ku ev helkefta pîroz ji bo serdestkirina zimanê mantiq û berpirsiyariya hevpar bibe piştevaneke nû, bi awayekî ku paşerojeke çêtir ji bo hemî pêkhateyên Iraqê misoger bike.”

 
Fly Erbil Advertisment