Mûsa Ehmed: Birçîkirina xelkê dê pirsgirêkên din bi xwe re bîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) ragihand, wan li ser birîna mûçeyên Herêma Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve daxuyaniyek pêşkêşî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî kiriye. Ehmed herwiha diyar kir, ji bo Cejnê wan alîkariya diravî gihandiye bi sedan malbatên hejar.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed îro 6ê Hezîranê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ji ber rewşa aborî û ji bo xwebaparastina ji Taya Xwînberbûnê, wan di çarçoveya projeyên xwe yên cejnê de alîkarî pêşkêşî zêdetirî 500 malbatan kiriye. Wî got ku îsal wan zêdetir giranî daye ser belavkirina alîkariya diravî û kirîna diyariyan ji bo zarokan.

Mûsa Ehmed amaje bi wê yekê kir, proseya alîkariyê li hemû parêzgehan ji aliyê Saziya Xêrxwazî ya Barzanî ve tê birêvebirin.

Herwiha eşkere kir, wan ji bo piştgiriya welatiyên Herêma Kurdistanê, daxuyaniyek pêşkêşî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) kiriye û tê de behsa rewşa ku hikûmeta Iraqê bi birîna mûçeyan afirandiye, kirine. 

Got: "Em dizanin ku birçîkirina xelkê dê pirsgirêkên din jî bi xwe re bîne. Em hêvîdar in ku hemû rêxistinên mirovî alîkariya xelkê Herêma Kurdistanê bikin."

Serokê Dezegaha Xêrxwaziya Barzanî bang li rêxistinên mirovî yên ku endamên Neteweyên Yekbûyî ne kir û got: "Em daxwaz dikin ku ew jî cih û pêgeha xwe bi kar bînin ji bo agahdarkirina Sekreterê Giştî yê NY derbarê vê rewşa heyî de."

Saziya Xêrxwazî ya Barzanî ji sala 2016an ve weke endam di Encûmena Aborî û Civakî ya Neteweyên Yekbûyî de hatiye qebûlkirin.

 
Fly Erbil Advertisment