Erdogan: Em ê rê nedin pêvajo têk biçe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di peyama cejnê de, ji endamên partiya xwe re ragihand ku ew ê rê nedin tu astengiyan û dê "Pêvajoya Tirkiyeya Bêteror" bi serkeftî bi encam bikin. 

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro 6ê Hezîranê di peyamekê de cejna endamên partiya xwe pîroz kir û tê de tekezî li ser armancên hikûmeta xwe kir.

Erdogan di peyama xwe de da zanîn, ew pêngavên ber bi armanca "Tirkiyeya Bêteror" ve diavêjin, şiyana welatê wan a ji bo dîtina çareseriyên navxweyî û niştimanî ji pirsgirêkan re nîşan daye û got: "Bi îzna Xwedê, em ê vê pêvajoya ku biratiya kevnar a 86 milyon mirovan xurttir dike, bêyî ku rê bidin ti astengiyekê, bi serkeftî bigihînin encamê."

Serokomarê Tirkiyeyê herwiha got, ew bi awayekî bê westan dixebitin ku "Sedsala Tirkiyeyê" bikin sedsala biratî, demokrasî û aştiyê û destnîşan kir: "Ji bo ku em Sedsala Tirkiyeyê bikin sedsala biratî, demokrasî, xweşguzerî, geşbûn û aştiyê li tevahiya herêma me, em bê westan dixebitin. Li ser vê rêyê, em bêyî ti cudahiyê hemû 86 milyon mirovan hembêz dikin. Em ê tu carî derfetê nedin wan kesên ku dixwazin ji aloziyan, pevçûnan û polarîzasyonê sûdê werbigirin."