Parêzgeha Hewlêrê: 89 hezar geştiyaran serdana deverên geştiyariyê kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgariya Hewlêrê amarên çar rojên Cejna Qurbanê eşkere kirin û ragihand, di cejnê de 89 hezar û 301 geştyar serdana deverên geştyarî yên parêzgehê kirine. Di heman demê de, ji ber binpêkirina yasayan, 15 qesab hatine girtin û 27 cihên kar hatine daxistin.
Li gorî daxuyaniya ku roja duh 9ê Hezîranê, ji aliyê Parêzgariya Hewlêrê ve hat belavkirin, planên ewlehiyê û xizmetguzariyê yên ku ji bo rojên cejnê dihatin amadekirin, bi serkeftî hatine cîbicîkirin.
Hejmara geştyaran
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di çar rojên cejnê de 89 hezar û 301 geştyar serdana cihên geştyarî yên Hewlêrê kirine. Her wiha 108 hezar kesî serdana park û baxçeyên giştî kirine, ku ji vê hejmarê 30 hezar kes tenê serdana Parka Samî Ebdulrehman kirine.
Binpêkirinên tenduristî û girtina qesaban
Di çarçoveya çavdêriya bazar û cihên giştî de ku ji aliyê lîjneyên Qaymeqamiyeta Hewlêrê ve hat meşandin, ji ber pabendnebûna bi rênimayên tenduristî û serjêkirina ajalan li derveyî qesabxaneya modern a Hewlêrê, 15 qesab hatin girtin.
Diyar kir jî, 27 xwaringeh û goştfiroşî hatin daxistin û dest li ser 4 otomobîlên veguhestina ajalan hat danîn.
Ji bo rêgirtina li belavbûna Nexweşiya Taya Xwînberbûnê, li gundê Girde Reşe 4 dikanên goştfiroşan ji aliyê polîsên şaredariyê ve hatin daxistin, dest li ser 22 serî pez û 2 otomobîlên pîkap hat danîn.
Bûyerên hatûçûnê û paqijiya jîngehê
Derbarê rewşa hatûçûnê de, parêzgarîyê ragihand ku ji ber leza zêde û pabendnebûna bi yasayan, di rojên cejnê de 17 bûyerên hatûçûnê qewimîne. Di encama van bûyeran de kesekî jiyana xwe ji dest da û 9 kesên din jî birîndar bûn.
Ji aliyê paqijiyê ve, tîmên jîngehparêziyê 1,124 ton bermahiyên qurbanan kom kirin û ji bajêr dûr xistin.
Amara fermî ya qurbanan
Li gorî amarên Qesabxaneya Hewlêrê, di çar rojên cejnê de bi giştî 1.461 ajal hatine serjêkirin. Ji van 270 ajalên mezin (dewar) û 1.191 jî ajalên biçûk (pez) bûn.