Geştyarî li Dihokê geş dibe û bi hezeran derfetên kar çêbûn
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi hatina demsala havînê re, sektora geştûguzariyê li parêzgeha Dihokê geşedaneke berbiçav bi xwe ve dîtiye. Rêjeya serdana geştyaran ji sedî 18 zêde bûye û piraniya otêl û motêlan ji geştyarên ku ji bajarên navîn û başûrê Iraqê hatine, tije bûne. Ev pêşketin di heman demê de bûye sedema afirandina zêdetirî 13 hezar derfetên kar ji bo welatiyên herêmê.
Havîngeha Aşewa ya li sînorê navçeya Amêdiyê yek ji wan cihan e ku bi hezaran geştyar berê xwe didinê. Xwezaya wê ya balkêş, sîlav û dîmenên ciwan bala geştyaran dikişînin.
Geştyarên ku serdana Dihokê dikin, kêfxweşiya xwe bi xizmetguzarî û xwezaya herêmê tînin ziman.
Fajer Mihemed, geştyareke ji parêzgeha Diyaleyê, dibêje: "Sûrişteke ciwan û hewayeke hênik heye. Dema ez têm Duhokê, hest dikim weke ku ez çûbime Tirkiyeyê. Ji ber wê em her sal tên vir."
Hîşam Selah, geştyarekî din, amaje bi pêşwaziya germ a xelkê dike û dibêje: "Ev ne cara yekem e ez têm Duhokê. Bi rastî Duhok bajarekî gelekî xweş û ciwan e, xelkê wê camêr û rêzdar in. Em hêvîdar in ku hikûmet zêdetir giringiyê bide projeyan da ku dever hê baştir bibe."
Berpirsên geştûguzariyê yên herêmê vê pêşketinê piştrast dikin û tekez dikin ku ji bo baştirkirina xizmetan di kar de ne.
Rêveberê Geştûguzariya Amêdiyê Hemîd Mihemed Salih ji K24ê re got: "Rêjeya hatina geştyaran li gorî Cejna Remezanê û sala borî, di navbera %15 û %18 de zêde bûye. Îsal rewş ji sala borî gelek baştir e, ji ber ku xwediyên projeyên geştiyariyê ji bo pêşkêşkirina xizmetên baştir ketine nav hevrikiyê."
Ev zêdebûn bandoreke erênî li ser bazara herêmê jî kiriye. Hatina geştyaran ne tenê otêl û motêlan, lê belê bazar û xwaringehan jî geş dike. Di pênc salên borî de zêdetirî 300 projeyên geştûguzariyê li parêzgeha Dihokê hatine bicihanîn, ku ev yek rasterast bûye sedema zêdebûna derfetên kar û bi tenê di sektora geştyariyê de zêdetirî 13 hezar kes bûne xwedî kar.