Dadwer Rizgar Mihemed Emîn: Nabe gelê Kurdistanê ji ber nakokiyên siyasî bê cezakirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Dadwerê navdar ê Kurd Rizgar Mihemed Emîn di hevpeyvînekê ligel K24ê de ragihand, destûra Iraqê nayê cîbicîkirin û tekez kir ku "Iraq di bingeh de ne dewleteke destûrî ye."
Dadwer Rizgar Mihemed Emîn amaje bi wê yekê kir, divê welatî ji nakokiyên siyasî dûr bên girtin û birîna mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Federal ve wek "cudakarî û neheqiyeke mezin" bi nav kir.
"Çanda destûrî li Iraqê hatiye jibîrkirin"
Li gorî gotinên dadwer Emîn, pirsgirêk ne tenê cîbicînekirina destûra heyî ye, belkî Iraq ji sala 1958an û vir ve wek dewleteke destûrî tevnegeriyaye. Wî diyar kir ku Iraqê di navbera salên 1925 û 1958an de xwedî destûrên daîmî bû, lê piştî wê heta sala 2005an bi destûrên demkî hate birêvebirin.
Emîn sedema vê yekê wiha şirove kir: "Çanda destûrî di nav biryarder, siyasetmedar û desthilatdarên Iraqê de bûye çandeke jibîrkirî, ji ber ku ev çand ne di nava civaka Iraqê de û ne jî di saziyên rêveberiyê de bi cih bûye."
"Destûra heyî pêşketî ye, lê nayê cîbicîkirin"
Dadwer Rizgar Mihemed Emîn bal kişand ser wê yekê ku destûra daîmî ya sala 2005an ji aliyê naverokê ve "xwedî nivîsên bi kalîte û prensîbên pêşketî yên di asta navneteweyî de ye."
Herwiha destnîşan kir, ev destûr bi awayekî zelal mafên tevahiya pêkhateyên gelê Iraqê misoger dike. Pirsgirêka sereke ne di destûrê bi xwe de, lê di cîbicînekirina wê de ye.
"Nabe gelê Kurdistanê ji ber nakokiyên siyasî bê cezakirin"
Derbarê pirsgirêka mûçeyan de, dadwer Emîn bi tundî li dijî birîna para Herêma Kurdistanê ji dahatên giştî yên Iraqê derket û got: "Bi ti awayî nabe ku Kurd ji para xwe bêpar bimînin. Dahatên welat milkê hemû welatiyan e, bêyî ku ti cudahî bê kirin."
Da zanîn jî, hebûna nakokiyan di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de mijareke cuda ye û nabe ku gelê Kurdistanê ji ber van nakokiyan were cezakirin.
Di dawiya axaftina xwe de, Rizgar Mihemed Emîn tekez kir, destûra Iraqê madeyên eşkere lixwe digire ku cudakariyê qedexe dikin û dabeşkirina adilane ya samanê welat misoger dikin, lewma pêwîst e ev made bê cudahî werin cîbicîkirin.