Mesrûr Barzanî: Hatina geştiyaran derfeteke baş e bo tevlihevkirina çandan
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dibêje, "Di çarçoveya planên xwe yên ji bo balkişandina ser hemî sektoran de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyeke mezin daye sektora geştiyariyê.” Amajeyê jî dide, "Li Kurdistanê bi sedan şûnwar û cihên geştiyariyê hene ku li ser asta cîhanê gelek tên nasîn.”
Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro (Sêşem, 10ê Hezîrana 2025ê) dezgeha “Visit Kurdistan”ê di merasîmekê de hat ragihandin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di gotarekê de amaje da, “Seko û platforma “Visit Kurdistan”ê pêşengiyek e din e ji bo zêdetir nasandina Kurdistanê ji bo derve û kişandina geştiyarên biyanî ji bo Herêma Kurdistanê.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa ragihand, “Di çarçoveya planên xwe yên ji bo balkişandina ser hemî sektoran de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyeke mezin daye sektora geştiyariyê. Em ji aliyê geştiyariyê ve xwediyên bingeh û cihekî girîng in, ku dikare bibe yek ji çavkaniyên girîng ên dahatê û gelek derfetên karî ji ciwanan re peyda bike.”
Mesrûr Barzanî tekez jî kir, “Kurdistanê dîmen û xwezayeke xweşik û dilveker heye, ku dikare di her çar demsalan de di warê geştiyariyê de bê bikaranîn. Ji aliyê dîrokî ve, me bi dehan dever, cih û dastanên giring ên dîroka şûnwarî hene, ku geştiyarên biyanî dikarin serdana wan bikin.”
Amaje jî da, “Me gelek cihlên olî yên kevnar, dêrîn û pîroz hene, wek; Mizgeft, perestgeh û dêr. Kurdistan wekî navendeke pêkvejiyana olî û aştiya hemî pêkhateyan e.”
Eşkere jî kir, “Li Kurdistanê bi sedan şûnwarî û cihên geştiyarî hene ku li seer asta cîhanê gelek tên nasîn, wekî Şikefta Şanedarê û Kela Hewlêrê. Herwesa welatê me, ku wekî Mezopotamya tê zanîn, welatê bi dehan dastanên edebî û dîrokî ye, wekî dastana Gilgamişê ku ya serdema Someriyan û hatina Eskenderê Mezin bo vê deverê ye.”
Di derheqa hatina geştiyaran de jî got, “Hatina geştiyaran ji bo Herêma Kurdistanê derfeteke baş e ji bo tevlihevkirina çandên cuda û zêdetir nasandina Herêma Kurdistanê ji bo cîhana derve. Di serdema şoreşa teknolojiyayê de, ragihandin û medyaya civakî dikarin roleke çalak û erênî di warê zêdetir nasandina Kurdistanê de bilîzin.”
Mesrûr Barzanî di derheqa armanca Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî got, “Armanca hikûmetê ew e ku di 10 salên pêş de bi alîkariya sektora taybet 20 milyon geştiyaran bikişîne Herêma Kurdistanê.”
Herwesa got, “Visit Kurdistan mînakeke xebata hevpar a sektorên taybet û giştî ye, ji bo teşwîqkirin û kişandina geştiyaran. Ev platform mînakeke temamker a kar û planên hikûmetê ye, ji bo zêdetir pêşxistina sektora geştiyariyê û aborê Herêma Kurdistanê.”