Serok Barzanî: Kerîm Şingalî Pêşmergeyê rêbaza Barzanî û Kurdîniyê bû

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzani dibêje, “Xudêjêrazî Kerîm Şingalî ji bo min wekî hevalekê nêzîk û hevrêyê xebatê bû, jiyê xwe ji bo doza rewa ya gelê Kurdistanê û bidestxistina armancên bilind ên gelê Kurdistanê terxan kir, û windakirina wî xusaretiyeke mezin.”

Serok Mesûd Barzanî îro (Sêşem, 10ê Hezîrana 2025ê) peyameke hevxemiyê ji bo koça dawiyê ya Wezîrê Navxwe yê berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî parve kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de herwesa got, “Bi mixabiniyeke mezin ve Kerîm Şingalî, têkoşer û welatparêzê gelê me û endamê berê yê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), îro ji ber nexweşiyê koça dawiyê kir.”

Serok Barzani amaje jî da, “Di qonaxên cuda cuda yên têkoşîna gelê me û Partiya Demokrat a Kurdistanê de, xudêjêrazî Kerîm Şingalî her tim yek ji kadroyên jêhatî û kedkar ên tevgera rizgariya Kurdistanê bû. Ew di destpêka Şoreşa Gulanê de fermandarekî çalak û sereke bû û herwesa li serdemên têkoşîna li çiyayan, piştî serhildanê û di karûbarên siyasî, îdarî û dîplomatîk de jî erkên xwe bi dilsozî û gelek baş bi cih anîne.”

Serok Barzanî di peyama xwe de eşkere jî kir, “Xudêjêrazî Kerîm Şingalî Pêşmergeyê rêbaza Barzanî û Kurdîniyê bû. Ji bo min jî, ew wekî hevalekê nêzîk û hevrêyê têkoşînê bû, jiyê xwe ji bo doza rewa ya gelê Kurdistanê û bidestxistina armancên bilind ên gelê Kurd terxan kir, û windakirina wî xusaretiyeke mezin e.”