Kargeha cemedaniyan a Hewlêrê rojane 120 cemedaniyên Kurdî çê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Ew zêdetirî 25 salan bû ku li nav sûka Hewlêrê cemedanî difirotin, lê ev zêdetirî salekê ye ku bi rêya kargeha xwe cemedaniyên Kurdî çê dike û dişîne hemî parêzgehên Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê.

Xwediyê kargeha cemedaniyan a Hewlêrê Salih Yûsif duhî (Sêşem, 10ê Hezîrana 2025ê) ji Kurdistan24ê re got, “Rojane 120 cemedanî ji hemî cûnên wan tên çêkirin û ji bo sûkê tên şandin. Pênc karker li ser dixebitin û ew li gorî deverên cuda cuda yên Kurdistanê tên çêkirin.”

Salih Yûsif herwesa got, “Li Hewlêrê û bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi taybetî jî Mehabad û Sineyê herî zêde daxwaz li ser cemedaniyan heye, ji bilî şandina wan ji bo hemî parêzgehên Herêma Kurdistanê.”

Navbirî amaje jî da, “Kargeha me li Iraq û Herêma Kurdistanê kargeha yekê ya çêkirina cemedaniyan e. Di demsala zivistanê de, daxwaz li ser wan zêde dibe û bazara cemedaniyan germ dibe.”

Cemedaniyan di nav Kurdan de dîrokeke kevnar heye. Berê, wek edetek pêdivî bû hemî mêrên Kurd cemedanî li serê xwe girê daba. Her devereka Kurdistanê jî cemedaniyên xwe yên taybet hene û awayên girêdana wan jî cuda ye.

Niha jî gelek ciwan di minasibeyên Kurdî de cemedaniyan li serê xwe girê didin.