Di Cejna Qurbanê de nêzîkî 40 hezar geştiyaran serdana Zaxoyê kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) - Di rojên Cejna Qurbanê de, nêzîkî 40 hezar geştyaran serdana cihên geştiyarî yên Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê kiriye.
Rêveberiya Giştî ya Geştiyariyê ya Zaxoyê ragihandiye ku, ji 05 heta 09ê Hezîrana 2025ê, bi awayekî giştî 38 hezar û 515 geştiyaran serdana cihên geştiyarî yên Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê kiriye.
Rêveberiya navbirî amaje jî daye, "Hejmara geştyarên başûr û naverastên Iraqê 22 hezar û 283 kes bû"
Her li gorî wê Rêveberiyê, hejmara geştyarên navxweyî 15 hezar kes û hejmara geştyarên navneteweyî jî hezar û 232 kes bû.