Yekitiya Êzidiyan piştgiriya xwe ji bo tevlîbûna Yara Hesko di nava Şandeya Kurdî de ragihand

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevseroka Şandeya Kurdî Berwîn Yûsif bi daxuyaniyekê ragihand, şêwekar û endazyara ciwan a ji Efrînê Yara Ebdulqadir Hesko, weke endameke serbixwe tevlî Şandeya Hevbeş a Kurdî bûye. Ev şand xwe amade dike ku ji bo gotûbêjkirina çareseriya doza Kurdî li Sûriyeyê biçe Şamê û bi hikûmeta Sûriyeyê re danûstandinan bike.

Tevlîbûna Yara Hesko di nava Şandeya Hevbeş a Kurdî de, ji aliyê gelek sazî û çalakvanan ve, bi taybetî ji aliyê civaka Êzidî ve, bi erênî hat pêşwazîkirin.

Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê: "Ev biryareke birûmet e"

Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê derbarê mijarê de, îro 12ê Hezîranê daxuyaniyek weşand û tevlîbûna Yara Hesko weke pêngaveke "hişmend" û nîşana "xema civaka siyasî ya Kurdî ji bo nûnertiyeke profesyonel a daxwazên Kurdan" bi nav kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, Yara Hesko di kesayetiya xwe de nûnertiya ciwan û rewşenbîran, her wiha nûnertiyeke civaka Êzidî û Efrîna birîndar dike. 

Yekitiya Êzidiyan da zanîn: "Em weke Yekitiya Êzidiyên Sûriyeyê, baweriya xwe bi vê hilbijartinê û piştgiriya xwe ji bo wê û ji bo şandeyê bi giştî tînin ziman."

Yekitiyê her wiha tekez kir, hebûna endameke Êzidî di şandê de, berpirsiyariya tevahiya şandeyê ji bo parastina mafên civaka Êzidî kêm nake û ev maf ne tenê li ser milê Hesko ye. Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: "Şandeya danûstandinê bi tevahiya endamên xwe yên birêz nûnertiya me weke gelekî Kurd ê resen dike ku ji demên kevnar ve li ser axa xwe ya dîrokî li Sûriyeyê dijî."

Yara Ebdulqadir Hesko

Yara Ebdulqadir Hesko, di sala 1996an de li gundê Qîbarê yê Efrînê jidayik bûye. Di sala 2020an de beşa Endezyariya Mekanîk a pisporiya Nukleerî li Zanîngeha Helebê qedandiye.

Hesko di salên 2020 û 2022an de hevserokatiya Yekitiya Hunermendên Helebê kiriye û di gelek rêxistinên civaka sivîl û mafên mirovan de kar kiriye.

Şandeya Kurdî ya Hevbeş

Şandeya Hevbeş a Kurdî, wek encama "Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî" ya ku di 26ê Nîsanê de li Qamişloyê hatibû lidarxistin, hate avakirin. Armanca şandeyê ew e ku li ser bingeha nêrîneke hevbeş a Kurdî, derbarê mafên Kurdan de bi hikûmeta Şamê û aliyên din ên navneteweyî û Kurdistanî re bikeve diyalogê. 

Şandeyê di 4ê Hezîranê de bi amadebûna Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî, civîna xwe ya damezirandinê li dar xist û hevserokatiya wê jî ji aliyê Mihemed Ismaîl û Perwîn Yûsif ve tê kirin.

 
 
Fly Erbil Advertisment