3 çekdarên DAIŞê li Reqayê hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî, bi beşdariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û komên din ên herêmî, du operasyonên mezin ên asmanî li dijî şane û serkirdeyên DAIŞ'ê li bakurê Reqa û beyabana Dêrezorê pêk anîn. Di encama operasyonan de hejmarek çekdar û serkirdeyên DAIŞ'ê hatin kuştin û girtin.
Li bakurê Reqayê 3 endamên DAIŞ'ê Hhatin girtin
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, di nîvê şeva borî de, Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî bi beşdariya HSD'ê, operasyoneke daxistina asmanî li dijî cihekî gumanbar ê DAIŞ'ê li bakurê Reqayê pêk anî.
Di operasyona ku di bin sîwaneke asmanî ya berfireh de hat kirin û herêm bi temamî hat dorpêçkirin de, 3 endamên DAIŞ'ê hatin girtin.
Ev operasyon di çarçoveya tevgerên ewlehiyê yên hevpar de tê, ku armanca wan şopandina şaneyên DAIŞ'ê ye, nemaze di demekê de ku hişyarî ji nû ve zêdebûna çalakiyên wê rêxistina terorist li herêmên cuda yên Sûriyeyê zêde dibin.
Li Dêrezorê serkirdeyên DAIŞ'ê hatin kuştin
Rewangehê ragihand jî, Hêzên hevpeyamanan bi beşdariya "Artêşa Sûriyeya Azad", piştî nîvê şevê Sêşem – Çarşemê operasyoneke din a daxistina asmanî li herêma Çiyayê Bişrî ya di nav beyabana Sûriyeyê de li bejahiya rojavayê Dêrezorê pêk anî.
Operasyonê cihekî ku endam û serkirdeyên DAIŞ'ê xwe lê veşartibûn, kir armanc. Li gorî çavkaniyên Rewangehê, operasyon piştî nêzî hefteyekê ji çavdêrî û şopandina asmanî û bejayî ya hûr li ser herêmê pêk hat. Agahiyên îstixbaratî destnîşan kiribûn ku serkirdeyên payebilind ên rêxistinê plan dikirin ku li çiyê civînekê li dar bixin.
Di operasyonê de, pevçûnên rasterast di navbera hêzên êrîşkar û çekdarên DAIŞ'ê de qewimîn û di encamê de hejmarek serkirdeyên rêxistina terorist hatin kuştin, lê nasnameyên wan heta niha nehatine eşkerekirin.
Her wiha agahî hene ku Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dest danîne ser hin belgeyên girîng ên ku tê payîn têkildarî tevger û planên DAIŞ'ê yên li beyabana Sûriyeyê bin.