Daketina asta avê li bendava Derbendîxanê metirsî li çend projeyan dirust kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Daketin û kêmbûna asta ava bendava Derbendîxanê, metirsiyeke mezin li ser gelek projeyên avdaniyê çêkiriye. Ji ber vê yekê, Rêveberiya Avdaniyê ya Germiyanê biryar da ku li ser sê projeyên avdaniyê yên li ser Çemê Sîrwan, çandina berhemên havînê yên weke merez (cureyeke birincê) û genimê şamî qedexe bike, da ku ava vexwarinê û avdana baxan were misogerkirin.

Cotkar gazinan dikin: Ziyaneke mezin digihîje me

Ev biryar rastî nerazîbûna cotkarên herêmê hatiye, ku ji bo çandiniya havînê amadekarî kiribûn. Diyar Omer ku yek ji cotkarên deverê, dibêje ku wî 25 donim erd ji bo çandina merezê amade kiribû û bi qasî çar milyon dînaran lê xerc kiribû.

Diyar ji Kurdistan24ê re got: "Niha nahêlin em merez û genimê şamî biçînin, her wiha rê li ber çandina kuncî jî digirin. Ev ji bo me zerareke mezin e." Cotkar her wiha gazinan dikin ku li parêzgeha Diyalayê, ku ji heman çavkaniyê avê werdigire, destûr ji cotkaran re hatiye dayîn ku merezê biçînin.

Cotkarekî din ê bi navê Reuf Ehmed jî dibêje: "Ava ku niha digihîje me têra tiştekî nake. Berê me 400 donim erd dikir merez, lê niha ev yek ne mumkin e û cotkar ziyanê dibîne."

Rêveberiya Avdaniyê: Jiyana xelkê di metirsiyê de ye

Li gorî berpirsên herêmê, kêmbûna baranê û negirtina avê ya têra xwe di Bendava Derbendîxanê de, sedema sereke ya vê biryarê ye.

Rêveberê Avdaniyê yê Germiyanê Mueyed Ehmed diyar kir, ev biryar tenê sê projeyên stratejîk û girîng ên avdaniyê yên weke (Balejo, Şêx Lenger û Selam) li xwe digire.

Mueyed Ehmed got: "Me ev biryar ji bo van sê projeyan da, ji ber ku jiyana xelkê, çi ji aliyê ava vexwarinê ve, çi jî ji aliyê ajaldarî û baxan ve, li ser van projeyan e. Lê belê xelk azad e ku li ser peravên Çemê Sîrwan an Qoretûyê merezê biçînin yan na."

Her sal dema ku hişkesalî an kêmbaranî çêdibe, asta ava bendav û çeman kêm dibe, û ev yek metirsiyên mezin li ser bi hezaran donim erdên çandiniyê û ava vexwarinê ya parêzgeha Diyalayê çêdike, ku heta niha bi dehan gundên li ser sînorê parêzgehê ji ber vê sedemê vala bûne.