Serokwezîr Mesrûr Barzanî tevlî behiya Kerîm Şingalî bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tevlî behiya Wezîrê Navxwe yê berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî bû, sersaxî ji malbat û kesûkarên rehmetî re xwest û hevxemiya xwe ji wan re diyar kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Pêncşem, 12ê Hezîrana 2025ê) piştî nîvro li bajarê Hewlêrê tevlî behiya Wezîrê Navxwe yê berê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî bû.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî sersaxî ji malbat û kesûkarên rehmetî re xwest û hevxemiya xwe ji wan re diyar kir, herwesa hêvî jî kir ku Xudayê mezin canê wî bi behiştê şa bike û sebir û hedarê bide malbat û kesaûkar û hevalên wî.
Malbata Kerîm Şingalî jî ji aliyê xwe ve spasî û rêzên xwe ji bo amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî di behiya wan da anîn ziman.

