Trump: Îsraîlê berî êrîşên xwe yên li ser Îranê em haydar kiribûn

Donald Trump
Donald Trump

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê ragihand: "Nabe Îranê çekê atomî hebe û em hêvî dikin ku ew bi zûtirîn dem vegere ser maseya danûstandinan."

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (În, 13ê Hezîrana 2025ê) di çarçoveya çavpêkeftinekê de ji kanala Fox Newsê re got: "Em li benda bersiva Îranê ne û eger pêdivî bike, em amade ne bergiriyê ji Îsraîlê bikin."

Donald Trump herwesa got, "Îsraîlê pêşwext em li ser êrîşên xwe yên li ser Îranê haydar kirine, herwesa em hêvî dikin ku Tehran vegere ser maseya danûstandinan."

Serokê Amerîkayê tekez jî kir, “Nabe Îran xwediya çekê atomî be.” Herwesa got, "Em êdî hin ji serkirdeyên Îranê nabînin."

Artêşa Îsraîlê ragihand ku, wan jêrxaneya atomî ya Îranê bombebaran kiriye da ku rêyê li ber Tehranê bigire ku çekê atomî pêş bixe.

Ev jî di demekê de ye ku Rêveberiya Trump amadekariyên gera şeşê ya danûstandinan bi Îranê re dike, ku biryar e li roja Yekşemê (15ê Hezîranê) li Mesqeta paytexta Omanê bê lidarxistin.

Artêşa Îsraîlê serê sibeha îro (În, 13ê Hezîrana 2025ê) bi rêya bikaranîna 200 balafirên şerî, bi sedan êrîş kirin ser 300 cihan li Îranê û di encamê de hejmareke fermandarên Pasdaran û zanayên atomî hatin kuştin.

 
 
Fly Erbil Advertisment