Balafirxaneya Tebrêzê ji aliyê Îsraîlê ve hat wêrankirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyên nûçeyan ên Îranê ragihand ku, Îsraîlê êrîş kiriye ser Balafirxaneya Tebrêzê.

Medyaya Îsraîlê ragihand, “Balafirxaneya leşkerî ya Tebrîzê bi temamî hatiye wêrankirin.”

Artêşa Îsraîlê bi rêya balafirên şerî û avêtina mûşekan êrîş kir ser Îranê, dezgehên atomî, kargehên çêkirina mûşekên balîstîk û serkirdeyên leşkerî yên wê kirin armanc.

Ajansa Tesnîmê ya Nûçeyan serê sibeha îro (În, 13ê Hezîrana 2025ê) ragihand, “Bingeha artêşa Pasdaran li Tehranê û gelek cihên din ên Îranê ji aliyê Îsraîlê ve hatin bombebarankirin.”

Wê ajansê amaje jî da ku, Fermandarê Artêşa Pasdaran Hisên Selamî, Serdarê Artêşa Îranê Mihemed Baqirî, Serokê Zanîngeha Azadî ya Îslamî Mihemed Tehrançî û zanayê warê atomê Fereydûn Ebasî di êrîşên Îsraîlê de hatine kuştin.

 
Fly Erbil Advertisment