Fuad Husên ji Araqçî re: Danûstandinên bi Amerîkayê re bidomînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî êrişên berfireh ên Îsraîlê yên ser Îranê, Iraqê du pêngavên girîng avêtin: Ji aliyekî ve li Neteweyên Yekbûyî ji ber binpêkirina qada xwe ya asmanî gilî li Îsraîlê kir, ji aliyê din ve jî bang li Îranê kir ku ji bo aramkirina rewşê, danûstandinên xwe yên bi Amerîkayê re bidomîne.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên îro 13ê Hezîranê di peywendiyeke telefonî de ligel hevtayê xwe yê Îranî Ebas Araqçî axivî. Husên ji Araqçî re got, tevî êrişên Îsraîlê, baştir e ku Îran ji bo vegerandina aramî û seqamgiriyê, diyaloga xwe ya bi Amerîkayê re ranewestîne.

Fuad Husên herwiha helwesta Iraqê tekez kir û got ku ew van êrişan bi tundî şermezar dikin û hikûmet û gelê Iraqê di rûbirûbûna van aloziyên metirsîdar de, piştevaniya hikûmet û gelê Îranê dikin.

Iraq gilî li Neteweyên Yekbûyî tomar dike

Herwiha Wezareta Derve ya Iraqê daxuyaniyek belav kir û ragihand, wan bi awayekî fermî li dijî Îsraîlê li Neteweyên Yekbûyî gilî tomar kiriye. Di daxuyaniyê de hat gotin: "Îsraîlê bi awayekî aşkera serweriya ax û sînorên Iraqê û yasayên navneteweyî binpê kiriye."

Wezareta Derve ya Iraqê bang li Encûmena Asayişê ya Navneteweyî jî kir ku li hember van "binpêkirin û destdirêjiyên" Îsraîlê, berpirsiyariya xwe ya yasayî û exlaqî bi cih bîne.

Ev pêngav piştî wê yekê hatin ku berbangê îro Înê, artêşa Îsraîlê bi rêya firokeyên şer û mûşekan êrişî gelek navendên stratejîk ên Îranê kiribû, di nav de sazî û navendên etomî, kargehên çêkirina mûşekên balîstîk û fermandarên leşkerî. Medyaya Îranê dîmenên teqandina navenda sereke ya zengînkirina uranyumê ya li Natanzê belav kiribû. Di bersivê de, Îsraîlê jî ji ber tirsa tolhildaneke Îranê, li welatê xwe rewşa awarte ragihand.

 
Fly Erbil Advertisment