Di êrîşên Îranê yên ser Îsraîlê de: 10 kes hatin kuştin û 270 kes birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Şerê di navbera Îran û Îsraîlê de didome û ketiye roja xwe ya sêyem. Li gorî zanyariyên dawî, di encama êrîşên Îranê yên du rojên borî de 10 kes hatine kuştin û zêdetirî 270 kes jî birîndar bûne.

Rojnameya “Jerusalem Post” îro 15ê Hezîranê ragihand, tenê di êrîşên dawî yên Îranê de sê kes hatine kuştin û nêzîkî 100 kesên din jî birîndar bûne, ku rewşa 10 ji wan giran e. 

Heman çavkaniyê diyar kir, bi vê yekê re hejmara giştî ya qurbaniyan di du rojên dawî de gihiştiye 10 kuştî û zêdetirî 270 birîndarî.

Her îro berbangê jî saet di 3:10an de, careke din li seranserê Îsraîlê zengilên hişyariyê lê dan û bi dehan mûşekên balîstîk ên Îranê gihiştin ser asmanê Tel Avîv û çend deverên din ên wî welatî.

Artêşa Îsraîlê jî di daxuyaniyekê de ragihand, wan çavdêriya avêtina bi dehan mûşekên balîstîk ên Îranê kiriye û sîstemên wan ên berevaniya asmanî bersiva êrîşan didin.

Şerê di navbera Îran û Îsraîlê de ketiya roja xwe ya sêyemîn. Îsraîlê navê "Rabûna Şêr" li operasyonên xwe kiriye, û Îranê jî navê operasyonên xwe wek "Soza Rastîn 3" bi nav kiriye.

 
 
Fly Erbil Advertisment