Radyoya Îsraîlê hişyarî da: Tehran tenê çend hefteyan dûrî bombeya atomî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Di demekê de ku şerê di navbera Îran û Îsraîlê de gur dibe, Radyoya Artêşa Îsraîlê hişyariyeke metirsîdar da û ragihand, li gorî raporên îstixbaratê, Îran tenê çend hefteyan dûrî bidestxistina bombeya atomî ye. Ev hişyarî hevdem e ligel operasyonên Îsraîlê yên ku tê de 9 zanyarên payebilind ên programa atomî ya Îranê hatine kuştin.

Hişyariya "Metirsiya Bilind"

Radyoya Artêşa Îsraîlê îro 15ê Hezîrana 2025an eşkere kir, raporên îstixbaratê yên ku pêşkêşî berpirsên payebilind ên welêt hatine kirin, nîşan didin ku mijara gihiştina Îranê bi boma atomî, ketiye "qonaxeke pir metirsîdar". Radyoyê da zanîn ku ew agahiyên beriya şerê dawî hatine bidestxistin "zanyariyên zêrîn" in.

Li gorî heman çavkaniyê, ji bo çêkirina bombeya atomî du pêkhateyên serekî hewce ne:

Yuranyuma Pîtandî: Îran bi lezeke mezin hewl dide vê yekê pêk bîne û niha gihiştiye astekê ku dikare 15 bombeyan çêbike. Tê payîn ku proseya pîtandinê piştî çend rojan bidawî bibe.

Keresteyên Çêkirinê: Îran xwediyê wan keresteyan e ku ji bo çêkirina bombeyê wek alîkar tên bikaranîn, lê heta niha ew eşkere nekirine.

Zanyarên Atomî tên armanckirin

Di heman demê de, artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de ragihand, ji sibeha roja Înê, 13ê Hezîranê ve, wan 9 zanyarên payebilind ên projeya atomî ya Îranê kuştine. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev zanyar "hevkarî û beşdarî di plana rejîma Îranê ya ji bo bidestxistina çekên atomî de dikirin."

Artêşa Îsraîlê tekez kir, kuştina van zanyaran "ziyaneke mezin gihandiye şiyana Îranê ya ji bo bidestxistina çekên atomî."

Medyaya Îranê jî duh14ê Hezîranê, kuştina sê zanyarên xwe yên atomî yên bi navên Elî Bakuyî Kerîmî, Mensûr Eskerî û Seîd Borcî di êrîşên asmanî yên Îsraîlê de piştrast kiribû.

Navên 9 zanyarên ku hatine kuştin ev in:

1.    Fereydûn Ebasî

2.    Mihemed Mehdî Tarançî

3.    Ekber Motalebzade

4.    Seîd Borcî

5.    Emîr Hesen Fexêyî

6.    Ebdulhemîd Menuçêhr

7.    Mensûr Eskerî

8.    Ehmed Riza Zulfexerî Daryanî

9.    Alî Bakuyî Ketarmî

 
 
 
Fly Erbil Advertisment