Hejmara qurbaniyên êrîşa Îranê ya li ser Îsraîlê zêde bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Polîsê Îsraîlê bilançoya dawî ya ziyanên canî yên êrîşên mûşekî yên Îranê yên li ser welatê xwe eşkere kir. Li gorî amarên nû, di êrîşên du rojên dawî de bi giştî 14 kes hatine kuştin û zêdetirî 400 kesên din jî birîndar bûne. 

Berdevkê Polîsê Giştî yê Îsraîlê Daniel Haddad îro 15ê Hezîranê ragihand, tenê di encama êrîşa dawî ya Îranê ya berbangê de ku Tel Avîv û çend deverên din kirin armanc, 10 kes hatin kuştin û zêdetirî 180 kesên din jî birîndar bûn. 

Li gorî çavkaniyên medyayî, Pasdarên Îranê di vê êrîşê de zêdetirî 80 mûşekên balîstîk bikar anîne.

Medyaya Îsraîlê amaje bi wê yekê kir, êrîşên mûşekî yên berbangê ziyan gihandiye zêdetirî 70 avahiyên sivîl, ku di nav de xanî, dibistan û enstîtu hene. Herwiha hat ragihandin ku zêdetirî 35 kesan di bin kavilên avahiyên hilweşiyayî de asê mane. Tîmên berevaniya sivîl hinek ji wan rizgar kirine û hewlên rizgarkirina yên din didomin.

Hevdem ligel êrîşa Îranê, Hûsiyên Yemenê jî çend mûşek arasteyî Îsraîlê kirin. Berdevkê Hûsiyan Yehya Serî ragihand, wan êrîş bi hemahengiya bi berpirsên Îranê re pêk aniye û tekez kir ku ew ê di piştgiriya xwe ya ji bo Tehranê de berdewam bin.

Êrîşên Îranê wek bersivdana êrîşên Îsraîlê tên, ku heta îro Yekşemê jî berdewam in. Rêberê Bilind ê Îranê, Elî Xamineyî, gef li Îsraîlê xwar û got ku "berpirsên Tel Avîvê dê bedeleke giran ji bo destdirêjiyên xwe bidin."

 
 
Fly Erbil Advertisment