Trump: Em lihevkirinekê di navbera Îran û Îsraîlê de çê dikin

Donald Trump
Donald Trump

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Amerîkayê dibêje, “Wekî Hindistan û Pakistanê, ez dê peymanekê ji bo ragihandina aştiyê di navbera Îran û Îsraîlê de jî çê bikim.” Tekez jî kir, "Ez dê mezinahiyê ji bo Rojhilata Navîn vegerînim."

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro (Yekşem, 15ê Hezîrana 2025ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya The Trussê nivîsiye, "Ji bo aştiyê di navbera Îran û Îsraîlê de gelek civîn û peywendî tên kirin, ez dê her du aliyan bigihînim lihevkirinê."

Serokê Amerîkayê got, “Wekî Hindistan û Pakistanê, ez ji bo ragihandina aştiyê di navbera Îran û Îsraîlê de jî çê bikim. Herwesa ez dê mezinahiyê ji bo Rojhilata Navîn vegerînim."

Trump her îro di peyamekê de amaje dabû ku, Amerîkayê ti peywendî bi êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê re tune ye. Herwesa gotibû, "Ger êrîşî me bê kirin jî, bersiva hêzên me yên çekdar dê di asteke wesa de be ku we berê qet nedîtiye."

Ron jî kiribû ku, dikarin bi hêsanî di navbera Îran û Îsraîlê de ji bo bidawîanîna pevçûnan bigehin lihevkirinekê.

Ev şer li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) hatoyue destpêkirin, ku Îsraîlê bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.

 
Fly Erbil Advertisment