Encûmena Nûnerên Iraqê li ser binpêkirinên serweriya Iraqê ji aliyê Îsraîlê ve dicive

Navenda Nûçeyan (K24) - Encûmena Nûnerên Iraqê dusibe civîneke awarte li dar dixe, da ku li ser binpêkirinên serweriya Iraqê ji aliyê Îsraîlê ve gengeşeyan bike.
Nivîsîngeha Ragihandinê ya Encûmena Nûnerên Iraqê îro (Yekşem, 15ê Hezîrana 2025ê) karnameya civîna bê parve kir.
Di wê karnameyê de hatiye, Encûmena Nûnerên Iraqê dê seet 13:00 ê roja Sêşemê (17ê Hezîrana 2025ê) ji bo gengeşekirina êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê û binpêkirinên serweriya Iraqê civîneke awarte li dar bixe.
Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Sebah Numan duhî (Şemî, 14ê Hezîrana 2025ê) ragihand, "Hikûmeta Iraqê ji nû ve bikaranîna asmanê welatê xwe ji aliyê Îsraîlê ve bo êrîşkirina li ser Îranê û her welatekî din ê cîran jî tekez dike."
Sebah Nuhman amaje jî da, “Hikûmeta Iraqê li gel welatên taybetmend çavdêriya kiryarên neqanûnî yên Îsraîlê dike, ku bi awayekî eşkere serweriya Iraqê û bingehên navneteweyî binpê kirine û bandoreke neyînî li ser tenahî û aştiya deverê kiriye.”
Navbirî ron jî kir ku, Iraqê heta wê astê xwe ragirtiye û hêvî dike ku, ji bo bidawîkirina wê krîz û aloziyê cih ji bo çareseriyeke dîplomatîk û siyasî hebe. Herwesa li gorî qanûnên navneteweyî, peyman û belgeyên Neteweyên Yekgirtî, mafê wê heye ku bersiva binpêkirinên serweriya axa xwe bide.
Ev şer li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) hatoyue destpêkirin, ku Îsraîlê bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.