Mûşekek li navçeya Qeredaxê ya Silêmaniyê ket xwarê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li sînorê navçeya Qeredaxê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve mûşekek ket xwarê. Li gorî daxuyaniya Qaymeqamê Qeredaxê, di bûyerê de ti ziyanên canî çênebûne.
Qaymeqama Qeredaxê Şîrîn Mehmûd, îro 16ê Hezîranê ragihand, mûşekek li sînorê navçeya wan ketiye xwarê.
Şîrîn Mehmûd ji peyamnêrê K24ê re axivî û got, "Demek berê li nêzîkî gundê Tafanê mûşekek ket xwarê, lê belê ti ziyanên canî çênebûne."
Qaymeqamê herwiha da zanîn, cihê bûyerê 500 metre ji navenda navçeyê û cihên niştecihbûnê dûr e û ti metirsî li ser welatiyan çênekiriye.